Antîkora li dijî Covîd-19 bê bikaranîn hate peydakirin

Zanyarên Hollandayî ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li nexweşiya Covîd-19 wan antîkorek tespît kirine ku di tedawiyê de dikare bi bandor be.

Antîkor navê wan molekulên glîkoproteîn e, ku ji aliyê pergala xweparastinê ya organîzmayên heywanî yên pirhucreyî li dijî organîkên li derveyî organîzmaya wan rû didin, tên afirandin. Ev molekul, beriya ku molekulên biyanî zerareke gengaz bide organîzmayê, organîzmayê zû hişyar dike û bi vî rengî dike ku organîzma xwe biparêze.

Hate ragihandin ku antîkorek karibe vîrûsa SARS-CoV-2 'notralîze' bike hatiye çêkirin.

Encamên lêkolîna hevpar a Zanîngeha Ûtrecht û Navenda Erasmûs Medîkal a Rotterdamê ya Hollandayê, li kovara Natûre hatin weşandin. Di gotarê de hate ragihandin ku di encama vî karî de wan antîkorek peyda kirin ku dikare hem SARS-CoV-2 hem jî vîrûsên din ên korona yên bi navê Srasê yên sala 2003'an peyda bûn notralîze bikin. Hate tespîtkirin ku antîkorên hatine dîtin, reseptorên bi navê ACE2 dikin hedef ku vîrûs hewl didin xwe lê bigirin.

Di gotarê de hate ragihandin ku antîkorên hatine dîtin hem bi tena serê xwe hem jî bi antîkorên din ji bo pêşîgirtina li Covîd-19 an jî tedawiya wê, girîng in.