Amedê peyam da: Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin

Bi sedan hezar kes li Amedê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê dawî li tecrîdê bînin û faşîzma AKP'ê têk bibin.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan li pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê axivî û got, "Em berxwedana Leylayan, Sebahatan û girtiyan hemûyan bi ruhê Newrozê pîroz dikin. Gelê hêja me şahidiya peyamên Birêz Ocalan li vê qadê û dikê kir. Îro bi tecrîdkirina birêz Ocalan şer hatiye kûrkirin û pêşiya deriyên aştî û demokrasiyê hatiye girtin. Divê demildest daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin. Dema tecrîd rabe wê ev qad dîsa bi peyamên Ocalan bixemile."

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan jî Newroz li Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan pîroz kir û got, "Newroz berxwedan e. Berxwedana jinan ji qadên 8'ê Adarê gihîştin qadên Newrozê." Gokhan diyar kir, Newroz nîşaneya yekîtiyê ye û got, "Bêyî yekîtiyê azadî nabe."

'SERKETIN BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIBE'

Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak jî diyar kir ku divê diyaloga navbera Kurdan û dewletê tavilê dest pê bike û got, "Gelê me aştî û aramiyê dixwaze. Divê li Tirkiyeyê û Kurdistanê siyaseta aştiyane derkev pêş. Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de ye. Li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê zilm li gelê Kurd tê kirin. Li ser xaka Kurdan şer tê kirin. Ji bo gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, divê bibe yek. Ji bilî yekîtiya Kurdan rêyeke din nîne. Serketin bi yekîtiya Kurdan dibe. Ji bo em daxwazên xwe bi cih bînin divê em bibin yek. Dema me Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan pêk anî wê demê em ê bi ser bikevin."

'GELÊ KURD WÊ 31'Ê ADARÊ DENG BIDE XWE'

Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Ayetûllah Aşîtî jî bang li alema Îslamê kir û got, "Mafê gelê Kurd jî heye. Gelê Kurd wê 31'ê Adarê biçe ser sindoqan û deng bide Kurdistaniyan, yanî deng bide xwe."

'KURDAN MIL DANE HEV Û BER BI SIBEROJÊ VE DIMEŞIN'

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Ahmet Kaya bi bîr xist ku Newroz destpêka biharê ye, hêviya gelên bindest e û got, "Newroz ji bo Kurd û gelên Kurdistanê hêvî ye. Em bi hev re bang li dinyayê dikin; serî dikare bê jêkirin, lê serî natewe. Gelê Kurd dibêje; ya azadî ya azadî. Em di serdemeke tarî de ne. Kurdan mil dane hev û ber bi siberojê ve dimeşin. Tarîtî wê biqede, siberoj wê azad be. Newroza Amedê mizgîniya vê ye. Em ji vê meydanê soz didin; em ê Kurdistanê azad bikin."

'VAYE JI TE RE KURDISTAN'

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî got, "Her kî dibêje 'Kurdistan nîne' vaye ji te re Kurdistan, vaye ji te re gelê Kurdistanê."

Ji bo hilbijartinên xwecihî jî Çîftyurek got, "Dema ku me bi gelê re şaredarî bi dest xist, em ê bi hev re biryarê bidin. Demokrasiya yekser bi vî rengî ye."

'EM Ê BI ÊGIR TARÎTIYÊ JI HOLÊ RAKIN'

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş jî bal kişand ser tifaqa partiyên Kurd a ji bo hilbijartinên xwecihî û got, "Em bi navê partiyên Kurdan Newroza we hemûyan pîroz dikin. Nêrînên me ji hev cuda jî bin, eger em îro li qada Newrozê li hev kom bûbin ev yek nîşan dide ku armanca me yek e, çanda me yek e." Kardaş got, "Dixwazin agirê Newrozê vemirînin. Îro tarîtî û ronahî ji hev cuda bûye. Nêviyên Kawa hezar sal in tarîtiyê bi êgir ji holê radikin. Agirê Newrozê agirê azadiyê ye."

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Nûnerê DDKD’ê Veysî Askar jî got, "Newroz destpêka roja nû ye. Newroz cejna biharê ye. Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Çawa Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqan derketiye em jî îro li dijî zilma îro derdikevin. Îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkek mezin heye. Ev pirsgirêk a Kurd e. Heta ku nasnameya Kurdan û statuya Kurdistanê neyê naskirin nepêkan e aştî pêk were. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne hiqûqî, ne mirovî û ne jî demokratîk e. Tecrîd li ser tevahiya civakê belav kirine. Li ser welatê me tecrîd heye. Îro ji zimanê me bigire heta dîroka me qedexe ye û navê wê jî tecrîd e. Îro jan û êşa hemû Kurdan yek e. Divê gelê Kurd li gorî êşa xwe bibe yek. Serketina gelê Kurd di tifaq û yekîtiyê de ye. Serketin a gelê Kurd e."

Di pîrozbahiyê de hunermend Bajar û Pinar Aydinlar derketin ser dikê.

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.

BÛLDAN: YÊN KU TECRÎDÊ GIRAN DIKIN BILA BAŞ LI VÊ QADÊ GUHDARÎ BIKIN
 
Bûldan got, "Îro agirê Newrozê bi berxwedana Leyla û Zulkufan geş dibe. Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye wê azadî û aştî bi ser bikeve. Dengê çalakgeran nayê bihîstin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Bi milyonan mirov deng dide vî dengî. Daxwazê hevalên medaxwaza me ye. Daxwaza wan deynê stûyê me hemûyan. Amed carek din dîrok dinivîsinê. Şeş sal bere nameya birêz Ocalan min li vê qadê xwendibû. Şeş sal li vê qadê ji bo siberoja me hêvî aj dabû. Me di şahidiya milyonan de nameya Birêz Ocalan dema xwend. Hêvî û bawreiya me ya ji bo aştiyê û azadiyê çêbibû. Lê yên îro ku wê mutabakatê naxwazin pêvajoyê xelas kirin û tecrîdê li pêş xistin. Ew ên ku tecrîdê giran dikin bila îro baş li vê qadê binêrin. Heke ku ew tecrîd li pêş nexistina û mutabakata Dolmabahçeyê tune nehesibandina wê îro şer tune bûya. Ku wî ruhî tunenekirina wê îro Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe li ser vê dikê buna.

QÎRÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBÎHÎZIN

Bila viya baş dizanibin wê ev îrade qet çonga xwe netewîne û tawîz nade. Va Newroz û va 21’ê Adarê. Enqere û Erdogan êdî vê qadê û ruhê Amedê bibîne. Qîrîna aştî û azadiyê bibînin û bibîhîzin. Berteka li dijî tecrîdê bibînin û sê meymûn neleyizin. Gel carek din aştî û azadiyê qîr dike û denge me diçe Enqereyê û qesrê. Heke ku hûn dengê me nebihîzin wê gel qet dev ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bernede.

YÊN KU DIXWAZIN BILIN WA DERÎ VEKIRIYE

Em ê di 31’ê Adarê de biçin hilbijartinê û li dijî bloka faşîst û zîhniyeta yekperest biçin hilbijartinê. Em ê di hilbijartinê li dijî feraseta yek û yek biçin ser sindoqan. Em ê li dijî qeyûm û dagirkeriya wan biçin hilbijartinê. Wê gelê me bi hêza xwe vê zîhniyeta faşîst bişîne sergoyê dîrokê. Em ê bi îtîfaqa gelê kurd, jinan û hêzên demokrasiyê biçin hilbijartinê. Ev îtîfaq xwedî girîngiyek dîrokî ye. Li dijî ziman, çand û dîroka me îtîfaqa faşÎst ava kirine. Em ê jî bi îtîfaqa xwe we têk bibin. Li dijî îradeya kurd îtîfaqê ava kirine. Îtîfaqa me li dijî yên me ji ser axa me diqewerîne ne. Ev welat û ax ên me ne. Em cihek din nehatin vir. Em ê bejna xwe li ber kesî netewînin û ji vê axê neçin. Yên ku dixwazin biçin wa derî vekiriye kerem bikin biçin.

TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN

Wê geşkirin agirê Newrozê rojên tarî ronî bike. Teqez wê Qada Amedê carek din şahidiyê ji rojên aştî, azadî û demokrasiyê re bikin. Wê berxwedana Newrozê bi ser bikeve. Teqez wê faşîzm têk biçe û wê berxwedana Leylayan bi ser bikeve. Em dibêjin em ê teqez bi ser bikevin."

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû got, "Hûn bi ruhê agirê Kawa bixêr hatin. Newroz pîroz be. Min silavên Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakaya, kedkar û gelên Tirkiyeyê ji we re aniye û Newroza we pîroz dikin. Newroz Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ronî dike. Newroz li dijî zilmê ye. Dilê Newrozê li cem Leyla, Nasir, girtîgehan û li Îmraliyê li gel Birêz Abdullah Ocalan lê dide. Lêgerîna Birêz Ocalan a azadî û aştiyê didome. Teqez wê ev qad bi dengên Birêz Ocalan bê olankirin. Em ji vê bawerin. Teqez em ê bi ser bikevin û wê tecrîd têk biçe."

Coşa Newrozê bi konsera Koma Pel didome.