Amed li ber xwe dide: Em mejiyê dagirkeriyê red dikin

Li Amedê berxwedana li dijî dagirkeriyê di roja çaran de ye. Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy di çalakiyê de axivî û got, "Em mejiyê dagirkeriyê red dikin."

Berxwedana gelê Amedê ya li dijî dagirkeriya rejîma AKP'ê di roja çaran de ye. Parlamenterên HDP'ê Mûsa Farisogûllari, Hişyar Ozsoy, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Feleknas Ûca û Dilşat Canbaz jî di nav de komek ji HDP'iyan li pêşberî avahiya şaredariyê ya ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseya gel li kolana Lîseyê li hev kom bû.

HDP'î piştre ji bo li ber AZC PLaza ya li taxa Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyê ji raya giştî re ragihînin li hev kom bûn.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy axivî û diyar kir ku ew her roj çalakiyan dikin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Hatayê Bariş Atay jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir, tifaqa ku wan bi HDP'ê re kirine wê li her qadê bidomînin.

Atay got, "Em ê tifaqa xwe hem li kolanan hem li meclîsê bi hev re nîşan bidin." Atay diyar kir ku ew neçar in bi berxwedana bi hev re êrîşan têk bibin.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî got, qeyûm darbeya siyasî ye li dijî îradeya gel.

Çîftyurek li dijî vê yekê banga yekîtiyê kir û got, "Êrîş li îradeya gel tê kirin. Bang li hemû partiyên Kurd û çar parçeyên Kurdistanê dikim; em li îradeya xwe bibin xwedî."

Piştî daxuyaniyê girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.