Amed Şaho: “Guhertina bingehîn, yekane çareserî ye li Îranê”

Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho ragihand: “Çareseriya rewşa niha ya Îranê, çareseriyeke bingehîn e û ne siyaseta pînekirin û zextxistina li ser gel e.”

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê guhertinên dawî yên siyasî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, kar û xebatê PJAK ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîş û tawanên ku arasteyê PJAK’ê tên kirin û bersiva PJAK’ê ya li hemberî wan û hizr û ramanên wê partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir.

Amed Şaho di destpêkê de bal kêşand li ser aloziyên ku li herêmê diqewimin û ew weke şerê cîhanî yê sêyemîn bi nav kir û got: “Îran jî beşeke ji vî şerî û destwedaneke bingehîn li ser Îranê tê kirin, bê guman ew qonaxa niha ya ku Îran tê re derbas dibe, qonaxeke pir aloz e. Ji ber ku Îran wek giravekê aloz û ne aram e. Sedemê wê rewşa Îranê jî dîsa siyaseta Îranê bi xwe ye. Siyaseta ku Îran bi rê ve dibe wisa kiriye ku Îranê tenê bimîne û ambargoyeke giran a siyasî û aborî li dijî Îranê bi rê ve biçe. Sedema din jî destwerdanên Îranê yên ku li ser herêmê dike. Wê jî kiriye ku sînorek ji bo destwerdanên Îranê bê danîn. Dema Îran ji derve re bi pirsgirêk û astengiyan re rûbirû dimîne, di navxweyî de zextên xwe li ser civakê zêde dike. Ji bilî vê jî karnameya rejîma Îranê wisa kiriye ku ew rejîme rewabûna xwe ya di nava gel de ji dest bide, bi taybetî di dewra 11’emîn a hilbijartinên parlementoyê de bi awayekî eşkere diyar bû, gel neçûne ser sindoqan. Ew jî encama karnameya rejîma Îranê ye ku civak di bersiva pêkanînên wî de daye. Di heman demê de Îran di aliyê siyasî, aborî û civakî de jî bi hilweşandinê re rû bi rû maye, pereyê Îranê bê nirx bûye, rêjeyekî zêde ya bêkariyê heye, buhatiyê serî hildaye û pirsgirêkên civakî zêde bûne, ew hemû di encama siyaseta faşîstî ya Îranê de derketiye ku bi şêwazê yek ziman û yek netew bi rê ve diçe. Wê jî kiriye ku gel bertek nîşan bide. Mînaka wê jî xwepêşandanên du salên bihorî ye ku li dijî siyaseta rejîma Îranê pêk anîbûn û ragihandibûn ku siyaseta Îranê dijî gel, azadî û jinan e. Gelê Îranê vê siyasetê napejirînin û dibêjin ‘êdî bes e.’”

Şaho berê nirxandinên xwe zivirande ser zextên Îranê yên li hemberî civakê û wiha pê de çû: “Rejîma Îranê ji bo ku siyaseta xwe bidomîne, bi siyaseta sêdaredan, serdegirtin, astengkirina xebatê demokratîk û buhakirina nirxê pêwîstiyên debarî, her der kiriye gola xwînê û dixwaze bi her awayî siyaseta xwe bi rê ve bibe û civakê neçar bike. Di 11’ê Îlona îsal de wê di 11 navendên Îranê hilbijartinên ji bo parlementoyê bi rê ve biçe, lê rejîma Îranê nikare siyaseta xwe ferz bike, siyaset bi pînekirinê re bi rê ve naçe. Rejîm nikare dagirkeriyên xwe yên li ser gelên Îranê bi rê ve bibe û di heman demê de nikare rewabûnê bide parlementoya ku li Îranê bûye navenda gendeliyê. Lê rejîma Îranê hewl dide ku wan gendelî û siyasetên xwe fermî bike. Divê Îran baş bizane ku ew karên Îranê vê wî ber bi tinebûnê ve bibe û nikare bi wan pêkanînan ve xwe rizgar bike; guhertina bingehîn, li Îranê yekane rêya çareseriyê ye.”

“GEL DIXWAZE TEVLÊBÛNEKÎ ÇALAK HEBE DI BI RÊVEBIRINA WELAT DE”

Şaho tekez kir ku rejîma Îranê ya ku îro li ser desthilatê ye û piştî şoreşa gelên Îranê hatine ser desthilat, bi hemû şêwazê mafên azadiyê, têkoşîna demokrasî û mafên mirov binpê dike û got: “Ew pêkanîne bi taybetî bi fetwa lîderê olî yê Îranê Xameneyî tê kirin. Fetwaya cîhadê li hemberî gelê Kurd derdixînin, ji ber ku gelê Kurd li Îranê pêşengtiya têkoşîna azadiyê dike. Di heman demê de fetwaya şer li dijî yên ne misilman derdixînin, piştî wê fetwayê jî em dibînîn ku dest bi êrîşa li ser Kurdistanê dike, navendên demokrasî û azadiyê hatin girtin, zanîngeh hatin daxistin û hemû navendên siyasî ji holê hatin rakirin. Gelên Îranê ew 41 sal in ku li hemberî wan siyasetên rejîma Îranê têdikoşin, rejîma Îranê jî ji ber ku di bin maskeya Welayetê Feqî de derfetê kar û jiyanê li hemû navçeyên Kurdistanî ji holê rakiriye. Eger em navçeyên li ser sînor ên Îranê temaşe bikîn, di dema şer de ew navçeyane di eniya herî pêş de cih digirin, lê di dema dabeşkirina maf û pêwîstiyên seretayî yên civakê de ew navçeyane di rêza herî paş de ne. Eger em temaşeya rewşa navçeyên wek Loristan, Xorasan, Kirmanşan, Hemedan û Kurdistanê bikin em ê têbigihîjin ku propagandaya mirovdostî ya rejîma Îranê ji rastiyê dûr e û tenê propagandayeke derewîn a li ser televîzyonê ye. Ji ber ku karnameya rejîma Îranê bi şêwazekî dixwaze ango bi siyaseta sêdaredanê vê demokrasî pêş bikeve, bi qirkirina gelan jî dixwaze yekîtiya gelan ava bike, bi tinekirina geşbûniya aborî re dixwaze aboriya demokratîk pêş bixe, hemû wan mijarên ku me di nava neynikê de qala wan kirî nakokî ne ku li Îranê heye. Lê gel xwedî bersiv e û dema dadikeve kolanan ne tenê li dijî buhabûna nirxê benzîn belku gel dixwaze tevlêbûnekî çalak hebe di bi rêvebirina welat de. Gel dixwaze welat bi destê çend gendelkar û malbatekê ve bi rê ve neçe û rêveberiya xweser a demokratîk li hemû herêman hebe. Gel li ser wan xalan israr dike.”

“LI ÎRANÊ DERFETÊ BI HEVREJIYÎNA GELAN HEYE”

Amed Şaho di derbarê civaka Îranê jî ragihand: “Li Îranê derfetê jiyana demokratîk û bi hevrejiyîna gelan heye, mînaka wê bajarê Ûrmiyê ye ku bûye navçeyek ji bo bihevrejiyîn û mozayîka gelan. Lê bi serîhildana desthilatdariya dewlet netewe û hatina emperyalîzmê ya ji bo navçeyê re hewl didin ku hêmanên demokrasiya civakê tine bikin. Lê gel ji bo avakirina bihevrejiyîn û demokrasiyê her tim hewldanên xwe dom kiriye. Ji bo wê jî berdêlên mezin daye. Gel bi zimanê demokrasî ku çalakiyên kolanê ye bersiv daye û her tim li Îranê gel li dijî siyasetên desthilat li ser pêyan bûye. Lê mixabin ew rejîme demokratîkbûna wan çalakiyan qebûl nake û têkoşîna ji bo demokrasiyê nerewa dihesibîne û terorîze kiriye. Ji bo wê jî derfet û bingehê perçiqandina demokrasî û gelên Îranî amade kiriye.”

“NABE KU TÊKOŞÎNÊ BISPÊRIN DIBETIYAN”

Di derbarê pirsa ango heya çi astekê gelên Îranê baweriya wan bi destwerdanên ji derve heye û destwerdanên bi vî rengî vê bibin bersiv de Şaho diyar kir: “Baweriya me ev e ku gelên Îranê vê ji ber bangewaziyên medyatîk û ew şerê hegemonîk ku li holêye neyên xapandin. Ji ber ku karnameya her yek ji wan dewletên ku xwe li erdnîgariya Îranê wek nûnerê geşkirina demokrasiyê nîşan didin pir ber bi çav in. Mînaka Îran, Ewropa û Rûsya, ew bernameya ku pêvajoyekê li Îranê xwedî desthilat bûn hebûye, eşkere ye ku çi qasî berjewendiyên gelên Îranê li ber çavan girtine. Bi taybetî di wan darbeyên ku li dijî tevgerên adadixwaziyê çêbûne, ew perçiqandinên ku li dijî tevgerên şoreşgerî pêk anîne de destê wan desthilatdaran tê de hebûye. Bi taybetî li pişt dabeya li dijî hikûmeta Musedêq û darbeya li hemberî Rıza Şah ya 22.02.1921’an kê hebû? Gel wan hemû rewşan bi awayekî eşkere dibîne, ji ber wê jî gel tu hêviyekî wê bi destwerdana ji derve ku gel rizgar bike nîne. Gel bi hêza xwe ya demokratîk bawer e, eger li ser ew hemû xwepêşandanên ku di nava Îranê de hatin lidarxistin, destwerdana ji derve nehatiba kirin vê niha encamê xwepêşandanê cudatir bibûye. Ji ber ku ew hêz dixwazin xwepêşandanê bikin malê xwe, siwarê trena gelan bûn da ku bikarin wê weke zextekê li dijî desthilata Îranê bi kar bînin. Wê jî kiriye ku gel xwe ji xwepêşandanê bi paş ve bide. Ji ber wê em bawer in ku ti destwerdanekî ji derve nikare demokrasî û azadiyê ji bo gelên Îranê bîne, belku têkoşîna demokrasiyê dikare azadî û demokrasiyê di nava Îranê bi xwe de ava bike, bêkarî û mafê mirov di xema hêzên ji derve de nîne. Îro bi sedan ciwan li benda darvekirinê ne ku di xema wan hêzan de nîne, derdê wan tenê ew e ku wê rejîmê teslîmê xwe bikin û Îranê bikin navendekî ya ji bo geşkirina aboriya xwe û bihêzkirina hegemonya xwe ya li herêmê.”

“DIVÊ DI ÇARÇOVEYA AZADÎ Û DEMOKRASİYÊ DE TÊKOŞÎNA XWE GEŞ BIKIN”

Şaho her wiha qala wan hêz û aliyên ku bendewarê hêzên biyanî ne kir û wiha domand: “Eger partiyek ji gel hêza wê ya hizrî û xwendina wê ya gelên Îranê nebe ti carî serkeftî nabe, nikare pêşengtiyê ji bo demokrasiya gelan bike, her hêza ku li benda destwerdana ji derve be û li bendê be ku wê destwerdanek li ser Îranê bê kirin û ew partiyane wê bêne ser sofreya amade rûnên, nikarin bi çavekê partî li wana temaşe bikîn. Belku wana wek dukanekê ne ku li ser xwîna gelan hatine avakirin û siyasetê dikin. Ji niha de di nava Rojhilatê Kurdistanê de ev partiyane lewaz bûne û nikarin têkoşîna gelan araste bikin, baş e sedem çi ye? Îro partiyên Kurdistanî li derveyî sînor ango li Başûrê Kurdistan yan jî derveyî welêt in. Opozîsyonên Îranê bi hişmendiya ku hene wisa kirine ku bê bandor bin, hem hêzên hegemonîk wan helandiye hem jî siyaseta rejîma Îranê ew bê bandor kiriye. Dema Xameneyî dibêje ‘em ne bi Emerîka re ne şer dikîn û ne jî şirîktiyê dikîn’ ew e siyaseta bendewarî û siyaseta belavkirin û bê bawer kirinê ye ku hem di navbera hêzên siyasî de pêş dixin hem jî di nava gel de pêş dixin. Ji ber wê hêzek ku mêyzandineke wê ya wisa hebûye, karnameya wê diyar nîne, ne diyar e bê ka kengê vê pişta xwe bidin gel, ji ber wê karnameya gel eşkere û zelal e. Yekane hêza ku bikare guhertinê çêbike hêza raperîna gel e. Dîrokê ew rastiye piştrast kiriye. Ji bo wê em daxwaz dikin ku hemû hêz li benda destwerdanê nebin, belkî em hemû hêzên heyî divê di çarçoveya eniyekî demokratîk de pêşengtiyê ji bo gelên Îranê bikin. Ji ber ku Îran dibêje ez bi Emerîka re rûnanêm. Lê dema bihorî Îran û Emerîka li ser pirsgirêkên di navbera xwe de danûstandin kirin û ew yek jî nîşan dide ku di navbera wan de lihevkirin heye. Her wiha Trûmp dibêje ku dibetiya wê heye ku piştî hilbijartinên Emerîkayê di navbera hefteyekê de bi Îranê re li hev bikin. Ji bo wê jî ku tu tevgereke Kurdî û opozîsyonên Îranî nabe ku têkoşîna xwe bi wan dibetiyên heyî ve girêbide. Divê têkoşîna xwe di çarçoveya azadî û demokrasiyê di nava Îranê de geş bikin.”

“REJÎMA ÎRANÊ, REJÎMA DIJÎ JINAN E”

Amed Şaho bal kêşande ser siyasetên dijî jin ên rejîma Îranê û wiha axivî: “Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku sala 2004’an li ser bingehê wê valatiya ku li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengtiyê ya ji bo têkoşîna gel de hebû hatiye damezirandin, dixebitin ku çanda demokrasî, azadî û bi hevrejiyîna gelan li ser bingehê jîngehparêzî, wekheviya zayendî û bihevrejiyîna gelan zindî bikin. Ew yek niha di nava Rojhilatê Kurdistanê belav dibe, gelê Kurd ji wê yekê ne biyanî ye û niha xebatê xwe dike. Çima têkoşîna azadiya jin pêwîst e? Ji ber ku rejîm dijî jinê ye, em dibînîn ku hilbijartina Îranê li pêşiya me heye, lê rê nayê dayîn ku ji bo serokkomartiyê xwe weke berbijêr nîşan bide. Îro hişmendiya zilamsalarî ku li Îranê heye wisa kiriye ku her roj jin bi saxî bêne veşartin, bêne kuştin, li ser destdirêjî bê kirin, jin ji payeyên bilind têne dûr xistin û rê nayê dayîn ku jin tevlî siyaseta demokratîk bibe. Ew yek jî berevajî rastiya civakê ye, ji ber ku em dizanin li Hewraman, Loristan û Kirmanşanê jinsalarî hebûye, ji bo wê ye ku îro pêwîst e li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinên civaka sivîl ji bo azadiya jin têbikoşin, wê hişmendiyê bişkînîn ku rejîm li ser civakê ferz dike. Ji niha ve jin li girtîgehan de bi pêşengtiya heval Zêneb Celaliyan û Nesrîn Sitûde, pêşengtî ji bo berxwedaneke dîrokî tê kirin. Rejîma Îranê ji wê berxwedan û têkoşîna jinan tirsiya ye. Eger rêxistinên civaka sivîl xwe bispêrin hêzên çekdar ên îro li Rojhilatê Kurdistanê li çiyayên Şaho û Dalaho hene, vê demê ew rêxistinane dikarin serkeftina xwe bêxin bin garantiyê.”

Di heman demê de Şaho bersiv da sûçbarkirin û reşkirinên ku ji hêla aliyên cuda ve arasteyê PJAK’ê tê kirin û got: “Ji niha ve Îran wek meydana Arena Romayê ye, mirovên azadîxwaz ên Îranê wek pehlewanên arenayê dibin pêşberê şêran û wana dixin nav lêpên wê. Şoreşgeran dixin nava lepên leşxoran. Îro jî beşek ji wan hêzan ji bo ku biçin tevlî wê lîstokê bibin û ji bo ku rayeyekî werbigirin temaşeyê lîstokê dikin, dibin beşek ji wê propagandeya lîstokê. Hemû kes bi awayeke eşkere dizane ku felsefe û bernameya PJAK’ê çi ye, PJAK ala têkoşîna xwe di bin navê azadî û demokrasiya civakê bilind kiriye û di wê oxirê de bi sedan gerîlayên me jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne û heya roja îro jî bi dehan têkoşerên me di nava girtîgehên Îranê de di nava berxwedanê de ne, başe çawa ji me re dibêjin PJAK hevalbendê Îranê ye? Ev yek nakokiyeke mezin e, ew hevalên me yên li girtîgehê de çima serbest nayên berdan, Îran ji bo ku derfetê jiyana gerîlatî ji holê rake caşitiyê pêş dixe. Ew jî vê rastiyê nîşanê me dide ku rastî berevajî ye, çima li dijî me wê propagandayê dikin? Ji ber ku ew hêz vîna xwe nînin û girêdayî hêzên derve ne, ji ber wê jî navenda şerê taybet her peyvekê bi kar bîne ewan jî bi kar tînin. Ji kevin ve heya roja me ya îro li dijî tevgerên şoreşgerî propaganda hatine kirin, îro PKK ku di şerê cîhanî yê sêyemîn de ala azadî û demokrasiyê hilgirtiye, hêzeke tarîperest yê weke DAÎŞ’ê têk şikand, niha jî bi xwînmêjekî wek Erdogan şer dike. Îro ku PKK wek terorîst bi nav dikin, vê demê her kesê ku wan axaftinan bike gel dizane bê ka ew kes ji kû derê av vedixwe û ji kû perspektîf distîne. Ji bo PJAK’ê ew yek nabe asteng bê ka çi ji bo me dibêjin, em girêdayî Emerîkayê ne, girêdayî Îsraîlê yan jî Îranê bin, Îran ji bo me dibêje ku girêdayî Emerîkayê ne, beşekî din dibêjin ku girêdayî Îranê ye. Wate ew kesane ji bo ku serê gel şêlû bikin dixebitin. Artêşa Îranê PJAK’ê wek asteng dibîne, ji bo vê jî dixwaze wê astengiyê rake. Ji bo ku darbe lê bide di nava civakê de bangewaziyan dike, siyaseta reşkirinê li dijî me bi rê ve dibe. Sedema vê jî ew e ku PJAK di nava civakê de tê heskirin û xwedî cihekê xwe yê civakî ye. Heskirina civakê ne ji ber çavên me ye belku ji ber ew xwîna ku em li Rojhilatê Kurdistanê di oxira têkoşîna ku tê meşandin de dirijînin e. Ji ber wê divê her kes hişyar be, şerê heyî şerekî taybet e, bi taybetî navenda belavkirina vî şerî jî rejîma Tirk a faşîst e ku li dijî Kurd û Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurd bi rê ve dibin ku di bin navê cudaxwazî û terorîst de komek peyvan belav dikin ku têkoşîna rewa ya gelê Kurd ne rewa bihesibînin. Di heman demê de artêşa Îranê hema peyvan ji bo têkoşîna gelê Kurd bi kar tîne, lê di rastiyê de ew ew terorîst e û yê têk dihere jî hêzên dagirker û Sipahê Pasdaran e ku derfeta jiyanê ya li welê tine dikin. Bi çêkirina bendavan derfeta aboriyê ya li Kurdistanê tine dikin. Ew Sipahê Pasdarane ku li navçeyên li ser sînor kasibkar û karkeran dikuje, Sipahê Pasdaran civaka Rohilatê Kurdistanê milîtarîze dike, tenê rêyek ji bo civakê hiştiye û ev jî caşbûn û besîcbûn e. Ji ber wê ye ku sipah bi vî şêwazî rêya jiyanê ji bo civakê nahêle.”