Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li Stûttgart, Zurîch, Marsîlya, Marîgnane û Evry li qadan bûn.
STÛTTGART: Ciwanan pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' ya Komalên Ciwan silav kirin. Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN doh êvarê li qada Schlossgartenê li hev civiyan, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew tevlî pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' bûne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê ciwanên Kurdistanî li dijî faşîzmê û êrişên dagirkeriyê dakevin qadan.
ZURÎCH: Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li Bûrkîplatzê çalakiyek li dar xistin û ragihandin ku ew tevlî pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' bûne ku ji aliyê Komalên Ciwan ve li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê bûne. Ciwanên ku meşek li dar xistin bang li PDK'ê kirin ku ji xeta xiyanetê vegere. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Es lebe Ocalan" hatin qîrîn.
MARSÎLYA: Ciwanên TCŞ û TÊKO-JIN bi çalakiyeke bêîteatiya sivîl pêngava "Werin Cenga Azadiyê" silav kirin. Ciwan li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê rabûn û dirûşmên "Lîbere Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" qîriyan.
MARÎGNANE: Bi meşekê ciwanên endamên TCŞ'ê tevlî pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' bûn. Di meşê de alên PKK'ê hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Lîbere Ocalan" hatin qîrîn.
EVRY: Di çalakiyê de pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' hate silavkirin. Ciwanan bi alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TÊKO-JIN û TCŞ'ê meşek li dar xistin. Çalakî li ber Gara Grygnyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.