Aktivîstên TCŞ’ê li Marsîlya xwedî li berxwedana gerîla derketin

Aktivîstên TCŞ’ê li bajarê Marsîlya ya Fransayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd protesto kirin.

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hatin protestokirin.

Ciwanên ku saet 18:00’an li pêşiya Qesra Longchampê hatin ba hev dest bi çalakiya xwe kirin.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ û PKK’ê hildan, pankartên bi zimanê Fransî û Kurdî yên bi nivîsên ‘Ciwan Fedayê Rêbre Apo Ne’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ vekirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo Ne’ di çarçoveya kampanya ‘Bi Hev Re Serhildan’ dest bi meşê kirin.