Aktîvîsta Jineolojiyê Akarsel li Silêmaniyeyê hate qetilkirin -NÛ BÛ

Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel bi êrîşeke çekdarî hate qetilkirin.

Li gorî agahiyan, îro bi dema herêmî saet di navbera 10:00-11:00 de li ber mala wê êrîşeke çekdarî li hemberî akademîsyen Nagîhan Akarsel hate kirin.

Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo lêkolînkirinê birin Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê.

Akarsel a ji bajarê Konyayê bû karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heya niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê dixebitî.

Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû.

Nayê zanîn kujer hatiye girtin an na, lê hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

JI SALA BIHURÎ Û VIR VE LI SILÊMANIYEYÊ CÎNAYETÊN SIYASÎ

Di dema dawî de li Başûrê Kurdistanê cînayetên siyasî zêde bûne. Bi taybetî li Silêmaniyeyê ji sala bihurî ve heta niha 5 êrîşên siyasî pêk hatine ku di encamê de 4 kes şehîd bûne. 

Di serî de 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondû ku ji Bakurê Kurdistanê ye hatibû hedefkirin û ji êrîşê bi giranî birîndarî filitîbû.

Di 17’yê Îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa êrîşa endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û şehîd bûbû.

Bi rêzê ve şeva 17’ê Gulana 2022’an welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin, 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê rojê heta îro jî derbarê vê bûyerê û dîsa kujeran de ti agahiyek nehate parvekirin.

Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28'ê Tebaxa 2022'an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz (Mamoste Şemal)  hate qetilkirin.

Herî dawî jî dîsa li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê 4’ê Cotmeha 2022’an Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel şehîd bû.