ADGB-Swîsreyê ji bo mîtînga piştgiriya HDP’ê bang kir

Li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê wê di 18’ê Îlonê de bi şîara ‘Em ê HDPê nedin girtin, em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ mîtîngek were lidarxistin. ADGB-Swîsreyê ji bo tevlêbûna mîtîngê bang kir.

Bi pêşengiya Komîteya Hevgirtina HDP’ê ya Swîsreyê wê di 18’ê Îlonê de saet di 15.00’an de li ‘Pavîllîon am Natîonalqûaî/Lûzern’ê mîtîngek were lidarxistin.

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî ji bo tevlêbûna mîtîngê bang kir.

ADGB’ê got “Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê êrişên qirkirinê yên li ser HDP’ê di heman demê de li ser hemû beşên civakê bi awayekî berfireh didomîne. Tê xwestin ku çeperên rêxistinbûn û têkoşînê yên gel ji holê were rakirin.

Em ADGB Swîsre bang li hemû koçberên Tirkiye û Kurdistanê, hemû hêzên enternasyonalîst dikin ku li hemberî êrişa ji bo girtina HDP’ê û ji bo xwedîlêderketina HDP’ê di 18’ê Îlonê de tevlî mîtîngê bibin.”