ADGB: Em çalakiyan gur û geş bikin û li Rojava xwedî derkevin

ADGB’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got: “Em çalakiyan gur û geş bikin û xwedî li Rojava derkevin.“

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ADGB’yê diyar kir ku di êrîşan de sivîl tên qetilkirin û got: "DYA û Rûsyayê, qadên hewayî yên di bin kontrola xwe de ji balafirên şer ên faşîst ên Tirk re vekirin. Bûn hevkarê şer û êrîşên Erdogan. Alîgirên şer, bi hinceta teqîna li Îstîklalê ya Stenbolê pêk anîn, planê dagirkirina Rojava ji xwe re kirin armanc. Xistin stûyê YPG’ê. Derewa dewleta Tirk di dest de teqiya.“

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Eşkere ye ku dewleta Tirk dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û bi xwe ve girê bide, ji wê boneyê planê lîstik û senaryoyên bi her awayî dike û dixe meriyetê. Dewleta Tirk a mêtînger dixwaze tola têkçûna DAÎŞ’ê hilîne. Ji bo vê jî armanca wan a sereke têkbirina şoreşa Rojava ye.

Li gel sûcên şer, lêpirsina artêşa Tirk nayê kirin, û nayê darizandin. Piştgiriya rasterast ji DYE û Rûsyayê û piştgiriya dualî ji dewletên Ewropî werdigire. Emperyalîstan bi destê dewleta Tirk a ku tu rêbaznenas, têkbirina şoreşa gelên Kurdistanê di berjewendiya xwe de dibînin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo li dîktatoriya xwe dewam bike, serî li rêbazên xwe yên şer dide. Em ê ji mayîndekirina faşîzmê re bibêjin bes e?

Em ADGB bang li koçber û gelên xwe yên xwecih dikin ku li her dera Ewropayê derbikevin qadan û dengê xwe bilind bikin û bi ruhê Kobanê li Rojava xwedî derbikevin!“