ADGB: Em bi hêza kolanan, êrişan pûç bikin!

ADGB'ê êrişên dagirker şermezar kir û got, "Em bang li hêzan hemûyan dikin ku êrişên faşîst bi hêza kolanan pûç bikin."

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li ser êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Mexmûr û Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a ku nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ'ê rabigire, piştî daxuyaniya me ku me gotibû 'têkoşîna me wê bi rêbazên cuda û taybet dewam bike' bombe li herêmên sivîl ên li Rojava, Mexmûr û Şengalê barand."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên 1'ê Sibatê li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê hatin destpêkirin, tenê bi têkoşîna hevpar a gelên bindest dikarin bên têkbirin û ev bang li hêzên demokratîk ên xwecihî û koçber ên li Ewropayê hate kirin, "Xwedî li Rojava, Mexmûr û Şengalê derkevin, li dijî êrişa faşîst têkoşîna hevpar bimeşînin.Em bang li hêzan hemûyan dikin ku li her qadê bi hêza kolanê êrişên faşîst pûç bikin."