ADGB bang li Kurdên li Ewropa kir ku xwedî li HDP’ê derkevin

ADGB’ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê banga tevlîbûnê li mîtîng û meşa bi dirûşma ‘Em ê HDP’ê nedin girtin, faşîzmê bi hev re têk bibin’ bên lidarxistin, kirin.

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi daxuyaniyekê banga xwedîderketinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

ADGB’ê destnîşan kir ku êrîşên qirker û faşîzan ên îtifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst a di serî de li ser karker, kedkar û Kurdan û dîsa hemû hejaran bê navber didomin. ADGB’ê got: “Dixwazin li ser daxwaza şefê faşîst Erdogan û hevkarê wî Bahçelî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bigirin.”

ADGB’ê anî ziman ku êrîşên qirker ên faşîzan ên desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst a li ser HDP’ê fireh dibe her diçe heman demê de hemû beşên civakê li xwe digire û fireh dibe. ADGB’ê got: “Dixwazin bi girtina rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên weşandê, kulubên zanîngehan, bi temamî kolanan diçewisîne û qedexe dike.”

ADGB’ê herî dawî ev bang kir: “Di serî de hemû koçberên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropa û her deverên cihê yên cîhanê dijîn, dîsa hêzên enternasyonalîst ên antîfaşîst, pêşverûyên xwecihî hemû yên li gel demokrasî û mirovahiyê ne, li pêş berî êrîşên girtinê yên faşîzma Qesrê, xwedî li HDP’ê derkevin, 18’ê Îlonê roja Şemiyê tevlî mîtîng û meşa bi dirûşma ‘Em ê HDP’ê nedin girtin, faşîzmê bi hev re têk bibin’ bê lidarxistin, bibin.”