Abya Yala ji bo Kurdistanê banga seferberiya cîhanî kir

Komîteya Kurdistanê Biparêze ya Abya Yala li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, ji bo 11'ê Hezîranê bi dirûşma 'Kurdistanê biparêze-şoreşê biparêze' banga seferberiya global kir.

Komîteya Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) Ya Abya Yala (Latîn Emerîka) bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bang li her kesî kir ku 11'ê Hezîrana 2022'an li her devera ku lê ne xwedî li pêvajoya şoreşgerî ya Kurdistanê derkevin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve êrişî hêzên Tevgera Azadiyê ya Kurd dike, di heman demê de bi kûrkirina plana xwe re ji bo dagirkirin û desteserkirina xaka Kurdistanê êrişî Başûrê Kurdistanê dike û hate gotin, "Hikumeta Recep Tayyîp Erdogan her wiha bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî bajarê Kobanê ku bûye sembola berxedana li dijî Dewleta Îslamê (DAÎŞ) bombe dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan eşkere kiriye ku wê polîtîkayên wî yên dagirkeriyê dewam bike û hate gotin, "Di jinûve avakirina sîstema global a jeopolîtîk de hêzên navneteweyî û gelek welat şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê şermezar dikin. Lê belê li ser bombekirin û êrişa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê tiştek negotin. Ev cotstandartiya ji bo hêzên êrişkar nîşan dide ku berjewendî û nîqaşên hegemonyayê ketiye nava hev ku li dijî gelan e û em ê qebûl nekin."

Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî, guhertina demografiyê, paqijiya etnîkî, bombardûmana bi rêk û pêk hate kirin ku ji ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin û hate destnîşankirin ku gelê Kurdistanê ne tenê li hemberî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê li ber xwe dide, di heman demê de li dijî xayinan, li dijî leşkerên ji bo pereyan şer dikin, li dijî cîhadîstan li ber xwe dide.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku piştgiriya gelê Kurd dikin; di 11'ê Hezîrana 2022'an de li ku di bin bila bibin, li gorî wexta xwe bi rêbazên xwe li ber polîtîkaya zordar û emperyal a dewleta Tirk rabin.

Ji bo parastina civaka azad a li Kurdistanê ku xwe dispêre paradîgmaya jiyana ekolojîk, demokrasiya yekser û rizgariya jinê, em bang dikin."