Ûta û Amara li Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn
Ûta Schneîderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak di salvegera 17‘emîn a şehadeta xwe de li Mulheîm Rûhrê bi meresimekê li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Ûta Schneîderbanger û Ekîn Ceren Dogrûak di salvegera 17‘emîn a şehadeta xwe de li Mulheîm Rûhrê bi meresimekê li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Ûta Schneîderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) di 17‘emîn a salvegera xwe de li ser gora xwe ya li Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn.
Xebatkarên Navenda Hevdîtina Jinan a Ûtamara, endamên Buroya Aştiyê Jinên Kurd CENÎ û endamên Meclîsa Bilind a Asya ya Dûîsbûrg û ji Essen û Dortmûndê jin tev li meresimê bûn.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd A Elmanyayê Reha Baran, li ser navê Ûtamarayê Nûhat Kawa, li ser navê Meclîsa Jinan a Asya Esman Yalçin axivîn.
Di axavtinan de hat destnîşankirin ku wê mîrateya nirxên têkoşîna jinan a hevrêyên jin ên enternasyonalîst hiştiye bigihînin serkeftinê.