Temel li TEM’a Mêrdînê ye-NÛ BÛ

Ûgûr Temel ê li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû destgîrkirin, ti agahî nehatibû girtin, li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê tê ragirtin.

Di saetên sibê de leşkerên qereqola Çemen avêtin ser gundê Setkar a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê. Di serdegirtinê de Ûgûr Temel ê 19 salî hate destgîrkirin û malbatê ti agahî li ser negirtibû derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê ye.

Hate ragihandin ku malbata Temel a piştî lêgerînên li gorî derfetên xwe zanîn ku Temel li Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê ye.

Malbatê ragihand ku Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê bi rêya telefonê li wan geriyane û zarokê wan li wir tê ragirtin. Malbatê destnîşan kir ku nizanin sedema destgîrkirina Temel çiye, ji bo çi zarokên wan girtiye rayedaran agahiyên pêwîst bi wan re parvenekiriye.