Şoreşa Rojava li Marsîlyayê hate pîrozkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransa salvegera Şoreşa Rojava bi stran û gerandina govendê ve hate pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Canebîere di saetên şevê de hatin ba hev, Şoreşa Rojava silav kirin û êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bi mîtîngekê protestokirin.

Li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND Marsîlyayê govend hate gerandin û dirûşmên dilsoziya bi YPG/YPJ’ê re hatin qîrkirin. Di axaftinên mîtîngê de hatinkirin, nerazîbûnên tund raberî dagirkeriya dewleta Tirk a hate kirin. Hate gotin bê ka çawa Kurdan serî li ber rejîma Baasê netewand, çawa çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava têk bir, wê dewleta Tirk jî li Rojava têk bibe.

Piştî axaftinan mîtîng bi gerandina govend û dirûşman bi dawî bû.