Şopdara mîrateya Dag: Dersim Zêrevan -NÛ BÛ

Nivîskar, kameraman û derhêner Dersim Zêrevan (Jihan Asaad Sheikhmous) şagirta pêşengê sînemaya çiyê Halîl Dag e. Zêrevan qala sira çiyê, taybetmendiyên Halîl ên nayên zanîn û projeyên xwe kir.

Navê Dersim Zêravan bi giranî di dema weşandina dokûmantera SARA de hate bihîstin. Derhêner û senarîsta dokûmantera li ser jiyana şoreşgera por sor Sakîne Cansiz bû, ku di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Dersim Zêrvan tecrûbeya xwe ya destpêkê ya derhêneriyê bi barekî welê giran û dîrokî da destpêkirin.

Îro salvegera 13'emîn a şehadeta Halîl Dag e. Dersim Zêrevan ku şagirteke Halîl Dag e qala rêwîtiya xwe û sînemageriya Halîl Dag kir.

Em ji ku dest pê bikin? Destpêkê hinekî qala demên xwe yên zarokatî û ciwantiyê bike. Ji xwe hevpeyvîna destpêkê ye. Ji wir jî em dikarin derbasî wêje û sînemayê bibin.

Ji zarokatiya xwe ve ez parçeyekî çanda Kurd a bi kevneşopiya welatparêziyê me. Bi vî rengî dikarim bêjim; êşa bêwelatiyê hîn ji zarokatiya xwe ve dizanim ku pîrik û metkên me dema em ji xew hişyar dikirin qala welêt dikirin. Qala dîroka Kurdan, komkujiyan û xiyanetê dikirin. Di dengê dengbêjan de, di çîrokên zarokan de jî heman tişt hebûn. Bi kurtasî em bi guhdarîkirina li çîrokên trajîk ên 'bêwelatiya Kurdan' mezin bûn. Dema ku mirov zarokatiyeke wiha dijîn bivê nevê dibe xwedî karakterekî. Ji aliyê civakî, psîkolojîk û fikrî ve mirov dibin xwedî karakterekî.

DI ALBÛMA MALBATÊ DE WÊNEYÊ YILMAZ GUNEY

Mesela di albûma me de wêneyê yekî porê wî gulîşik û qazaxê wî sor hebû. Her kes nas bûn, lê ew ne nas bû. Piştî ku sal di ser re derbas bûn televîzyon kete nava jiyana me. Ez jî mezin bûbûm. Me li fîlman emaşe dikir û min hingî fêhm kir ku ew kes Yilmaz Guney e. Nedibû ku min ev rewş weke rasthatinekê binirxandibûya. Dema ku bi alfabeya jiyanê hîn bûm ev rewş ji bo min hîn bi wate bû.

Makîneyeke wêneyan hebû ku bavê min ji Lîbyayê anî bû. Me wêneyên xwe yên malbatê hemû bi wê dikişand. Piştre xera bû. Lê êdî pêlîstoka min bû. Min jî weke ku wêneyan dikişîne dikir. Wê demê nedihat bîra min ku tişta ji bo min pêlîstok bû wê rojekê bibe amûrek ji bo armancên min.

SÎNEMA AMÛDÊ

Dixwazim vê jî bêjim; wê demê di nava Kurdan de zêde çanda sînemayê tune bû. Her wiha mirov zêde nediçûn sînemayê. Weke ku hûn jî zanin di 13'ê Mijdara 1960'î de bi sedan zarokên Kurd ku yekemcar çûn Sînemay Amûdê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin şewitandin û qetilkirin. Ne şaş bim fîlmekî kurt bi navê 'Soro' derketibû. Rojava hemû ji bo li wî fîlmî temaşe bike seferber bûbû.

Dixwazim detayeke wiha jî bi bîr bixînim; li sînemaya Qamişloyê motor şewitî bû û dengekî teqîneke biçûk hatibû. Kurd hemû di demeke kurt de li ber sînemayê kom bûbûn. Piştî wê bûyera sala 1960'î sînema mîna cihê mirinê bû. Rêze fîlm hebûn, lê belê malbatên Kurdan zarokên xwe nedişandin.

MEYLA LI SER WÊJEYÊ

Sala 1996'an min rêyeke nû ji bo xwe destnîşan kir. Bi taybetî min projeyên li qada nivîskî tercîh dikir. Weke keseke ku li nava çand û dîroka Kurd û Kurdistanê mezin bû, min biryar da ku ya herî bi wate nivîsandina şervanên Kurd û Kurdistanê ye. Diviyabû destpêkê ev hatibûya lêkolîn û naskirin. Heta sala 2000'î min şoreşgerên Kurdistanê şopand, di nava tevgerên civakî de yên li dijî zilma rejîma Sûriyeyê radibûm weke aktîvîstekê dixebitîm. Di vê navberê de min bihîst ku li çiyê gerîlayan Dibistana Wêjeyê ava kirine. Ya ku ez lê digeriyam min dîtibû. Piştî demeke kurt min dest bi komkirina bîranîn û helbestên gerîla kir. Tevî vê yekê min sê salan li ser Zîlan (Zeynep Kinaci) lêkolîn kir û pirtûkek (roman) bi zimanê Erebî amade kir.

DEMA KU CARA DESTPÊKÊ LI HALÎL RAST HAT

Di vir de dixwazim qala bîranîneke xwe bikim ku wê jiyana min piştre biguheranda. Demeke kurt piştî ku tevlî Dibistana Wêjeyê bibim hatim çiyê, şerê YNK'ê dest pê kir. Hêzên şervan ji cihê em lê bûn derbas dibûn û diçûn eniyê.

Li dora kaniyekê me tûzik diçinî. Rojekê Mûrat Karayilan tevî koma li gel xwe li nêzî kaniyê ma. Di nava wan de yek hebû ku bal dikişand. Li şûna xwe nedisekinî. Makîneya wêneyan di destê wî de bû, li nava gerîla digeriya, rûyê wî li ken bû, wêne dikişand.

Piştre bi rê ketin. Her kes ji wir çû. Lê belê wî heta dûr ket li me temaşe dikir. Weke ku hurmetê nîşan bide serê xwe ditewand. Ji ber ku li pêşiya xwe nenihêrî carekê li kevirekî hilkumî û ket. Yê ku li şûna xwe nedisekinî û timî li tiştekî digeriya Halîl Dag bû. Ew wêne timî di bîra min de ye. Wê rojê min hîs kir ku em ê li hev rast bên û em ê bi heman amûran hewl bidin bigihêjin armanca xwe.

XATIRXWESTINA JI DIBISTANA WÊJEYÊ

Nêzî çar salan li Dibistana Wêjeyê min bi sedan helbest û bîranînên gerîla da hev, pirtûka Zîlan qedand. Min welê hîs dikir ku mîna beşa nivîskî ya jiyana min bi dawî bûbû. Pê hesiya bûm ku ji bo min rêyeke nû wê vebe. Sala 2004'an êdî tîmeke sînemayê ya Halîl hebû, yên nû jî perwerde dikir. Weke ku ya divê bibe dibû.

Haya min jê hebû ku hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gerîla nivîsandin gelek tiştan îfade dike, nivîsandin di afirandina dîrokê de gelekî girîng e. Lê gihîştin wê baweriyê ku sînema û huner ji bo min dikare bibe gaveke hîn bi pêş ve. Nêrîna ku êş, paşeroj, bedewî, jiyana pak a gerîla bi rengê hunerî bi sînemayê bigihînim mala her mirovî, min dixist nava kelecanê. Meraqa min a ji bo kamerayê veguherîbû daxwazeke ji dil ku ji zarokatiyê ve dest pê kiribû.

Bi sedan salan Kurdan êş kişandin, komkujî li wan hate kirin û bi tenê hate hiştin. Ji bo ev rastî bê vegotin, nav lê bê kirin, sînema amûreke xurt bû.

Kengî te biryar da ku ji qada nivîskî derbasî dîtbarî bibe?

Ya rast meyla min li ser kamerayê hebû. Ji bo min gelekî balkêş bû ku mirov mijarekê bi dîmen, rastiyê û bedewiyê bi rêya kamerayê nîşan bidin. Ya ku bû sedem biryara wê bidim ev bû. Ev yek jî tercîheke bi dilê min bû.

JI HALÎL DERSÊN DESTPÊKÊ

Piştre dema perwerdeya kamerayê dest pê kir?

Piştî sala 2004'an bi rengekî fermî derbasî nava qada dîtbarî bûm. Mamosteyê min Halîl Dag bû. Min ders jê wergirt. Aliyê herî bi bandor ê dersan ew bû ku hîn bûm, kamera dil û çavê civakekê ye. Mîna nirandina sira civaka xwe... Ji ber vê yekê dema dimeşiyam, dema xwe dirêj dikir, dema ku li nava civakekê min sohbet dikir timî li rê û rêbazên xwegihandina wê sirê difikirîm. Bi temamî ketibûm nava wê. Ji ber vê yekê piştî ku hîn bûm deh salan bênavber li ser kamerayê xebitîm. Sibehê beriya her kesî hişyar dibûm, bi şev jî piştî her kesî radizam, min qet navber nedixist nava perwerdeya xwe. Mîna ku kamera beşek ji bedena min e liv û tevger dikir, hîn dibûm. Ji ber ku teknîka bingehîn bedena mirovan e. Wê demê ekîpmanên me yên pêwîst jî nebûn.

KAMERA WÊ ZINDÎ BE!

Halîl digot, 'Eger em ê dîmenê gerîla bikişînin, hingî divê em li gorî gerîla rûnên, li gorî wan rabin, li gorî wan bifikirin. Bi kurtasî divê kamera zindî be'. Ji bilî kişandina bi statîf an jî rawestiyayî, divê ya di destê me de kamerayek bûya ku bi jiyana gerîla re bûye yek. Hem di tarîtiyê de, hem di dema ketina nava şikeftê, hem di meşa ber bi çiyê yan jî daketinê de, di temaşekirina ezmanan û heyvê de... Em bi her liv û tevgera gerîla re bûn, carna li pêş wan, carna li paş wan, lê timî di nava wan de.

Halîl her wiha bi ser aliyên me yên qels ve diçû û hîn dikir. Mesela ji min re digot, 'Bi tirs û fikar im ku Dersima me bibe kameramana dawetan'. Gelekî hêrs dibûm û min jî jê re digot, 'Tu yê bibîne ku ez ê bibim kameramanek çawa'. Bi xwestek dixebitîm. Dema min digot 'Rojek wê bê tu yê bi şagirta xwe serbilind be' wî jî got, 'Ez niha bi te serbilind im' û dilê min xweş dikir.

Min ti carî bêyî armancekê ranedihişt kamerayê. Ji xwe tiştekî wiha hebû; piştî 2-3 mehan kamera dan destê min. Halîl destpêkê dixwest ku em qîmetê wê zanibin. Ji ku hatiye, çawa hatiye bidestxistin, bi çi rengî gihîştiye ber destê me. Ev hemû beşek ji perwerdeyê bûn.

MONTAJA BI DU KAMERAYAN

Niha ku em li hin deveran behs bikin ez dibêm qey wê çi kesek bawer neke lê piştre ez hînî wê bûm ku tenê bi du kamerayan montajê bikim. Jixwe Xelîl û wan fîlmên beriya Bêrîtan bi vî rengî montaj kiribûn. Ne bi kompîtirê.

Ceribandina pêşî ya fîlm?

Fîlmê Fîrmeskên Ava Zêyê. Bi lîstîkvanî. Wê demê ez nû tevlî ekîbê bûbûm. Bİ tesadûfî min lîstikvanî kir.

Beriya niha te behsa eşqa kamerayê dikir?

Wiha bibêjim: Sal ne şaş bim 2004 bû. Rêwîtiya gerîlayan ya ber bi bakur ve dest pê dikir. Yekîneya Çapemeniyê ya Gerîla dema ku dîmenên arşîvê dibire me yekîneya sînameyê jî gerîlayên ku diçûne qada şer digirt. Lê pîla kamereya me zû qediya. Dema ku bi bezê me hew dide ku ya nû bînin kom êdî bi rê diket. Dema ku hevalekî min ê ekîbê got,''Hevalê Xelîl dîn bû'', ji tirsan ez reviyan û heta êvarî min xwe nebedî kir. Êvarî ez çûme metbexê heval Xelîl û Armanc Kerboran li ser taştê dixwazin. Diyar bû ku pir westiyabûn û birçî bûbûn. Min zanîbûya ez qet nediçûm. Ji ber ku ev kêmasiyeke zehf mezin bû, dikarîbûn min ji ekîbê jî bavêjin. Ji ber pîlan jixwe min çend caran ceza jî xwaribû. Carekê ji setê jî ez avêtibûm. Ji ber ku bitevdîr min karê xwe nekiribû.

A soxî dema ku min ew li wir dîtin ez qilqilîm, di cih de min berdaxek av dagirt da ku vexwim. Min dizanîbû ku li min dinerin. Min ji bin berdaxê li wan dinerî. Xelîl dema ku hêrs dibû di ser berçavkên xwe re pêlekê dinerî. Dîsa wiha kir û serê xwe li min hejand. Dema ku min berdax danî bi bayê bezê ji wir bi dûr ketim. Demek di ser re çû, gotin,''Hevalê Xelîl hatiye ku bi te re biaxive''. Xelîl hat û di cih de dest bi gotinê kir û got, ''Heval Dersim, tu dikarî di fîlmê me de bilîzî?'' Ez şaş mam. Ez li bendê bûm ku min ceza bikin, ji ekîbê derxin lê ev pêşniyar ji kû derketibû. Min bilez got,''Na, ez nikarim.'' Min ne lîstikvanî kiribû û ne jî min jê hez dikir. Helbet, ez lîstim. Mecbûr mam yanî. Bi rastî jî mirov nikare bibêje ku jêhatî bûm.

ZAPA XELÎL

Ev hebû; dîrokiya mijarê bandor li mirov dikir. Bûyereke ku hatî jiyîn vedigot. Gerîla li şikeftekê peykera xwedavendekê dibînin. Di film de çawa hatibe lîstin, wiha bû. Gerîlayekî bi navê Gabar bûye. Piştre ji bo ku şehîd bûbû Xelîl pê rast hatiye ku ji bo bîranî wî fîlm çêbike. Gerîlayekî berê yê Zapê bûye û hema hema li hemû çiyê û girên wê şopa lingên wî hebûya. Li gorî gotina gerîlayekî wiha bûye. Her wiha Xelîl Zap ji bo ku weke serdema zaroktiyê ya gerîlatiya xwe, weke destpêka wê didît. Tim bi nirxên mezin behsa Zapê dikir. Dema ku behsa vê çîrokê kirî her çendî bi lîstikvanê min nizanîbû jî, min negot, ''na''.

MASÎXWERÊ GEWR..

Bi rastî jî Zap cihekî mîtolojîk e. Hem bi dîroka xwe û hem jî ji bo gerîlayan wihaye. Efsûneke wê heye ku dike temê mirov biçe ser. Xelîl digot, ''Heke ji Zapê bi rê nekevim rêya min venbe''. Mînak ji bo ku Xelîl dest bi rêwîtiya jiyanê bikira diviya pezkoviyan destpêka biharê xwe nîşan bidana, her wiha diviya masîxwerê gewr xwe nîşan bida. Baweriyê wî yên wiha hebûn. Hemû xaçerêkên Zapê bi bîranînên wî tije bûn. Zap mekanekî pîroz ê jiyanê bû. Gelek hevalên wî şehîd ketibûn li wan deran. Hingî wiha behsa wan kiribû, we ku bi sedan sal in Zapê dijîm. Weke ku hemûyan nas dikim, weke ji nav malê bin. Şehîd Ahme Rapor, Şehîd Sarya Baran, Şehîd Serhad û bi dehan gerîla. Min yek ji wan nedîbû lê weke ku em tim bi hev re jiyabin. Li nav hîs û ramanên min teqîn çêdibûn. Êdî min nav li wan kaniyan kiribûn ku hîsên min berê min diyar dikir. Min felsefeya ku mane dida jiyanê fêhm dikir.

Min tiştên ku gerîlayan bi jiyana xwe ava kiribûn, yên ku ji bo civaka Kurd ava kiribûn li kûrahiya dilê xwe hîs dikir.

EGER KU CESARETÊ BI XIYANETÊ BIKIN…

Piştre hema hûn derbasî çêkirina fîlmê Bêrîtan bûn?

Çêkirina fîlmê Firmêskên Ava Zê ji bo me antremanek bû. Bêrîtan projeyek mezin û xeternak bû. Ti kêmanî û sernektin qebûl nedikir. Tenê yek rê hebû ew jî serketin. Fîlmê Firmêskên Ava Zê hatibû ecibandin, rexneyên baş jî hatibûn kirin û em bi vê cesaret bûbûn.

Wê demê aloziyên zêde jî hebû. Êrîşên qirkirinê yên li ser Tevgera Azadiya Kurd, bûbû sedemê nakokiyên navxweyî. Xiyanetkarî pêş dike. Êrîş ne tenê li ser Tevgera Azadiyê bû. Di şexsê wê de li dijî her Kurdê ku xwedî îdîaya azadiyê bû. Dîsa gerîla ji bo xwe û hebûna xwe biparêze di nava hewldan û kedekî mezin de bû.

Di wê demê de gotineke ya hevrê Xelîl Dag hebû; ‘Eger ku ew cesaretê bi xiyanetê bikin, divê em jî cesaret bikin ku projeyeke weke ya Bêrîtan danin pêşiya xwe.’ Di vê mijarê de em hemfikir bû. Ji xwe tîmeke ya me ya ji çar kesan hatibûn amadekirin. Li ser vê îdealê me dikarî karên serketî bikin.

Ji bo vê li qadên herî zor, berê xwe me da cihên ku derfet kêm bûn. Tişta ku em qala wê dikin bêderfetiyên madî ne. Felsefeya rûhê jiyanê ya mirovên bi hêz, xwezaya wê jî di nav de mîna ku xweşî û ciwanî weke baranê bibare qala wan cihan dikim. Di nava vê xweşî û ciwanî yê de ji bo bîranînên li van çol û çiyan hatin jiyîn bidin nîşandan ketibûn nava hewldanan. Em di ferqa wê de bû ku ev dîrok e. Hevrê Xelîl jî tim ramanên xwe yên li ser vê mijarê bi me re parve dikir û digot: ‘Hûn weke jin hinek jî li vir destpêkirina dîroka sînemaya Kurd dinivsînin.’

SIBE: Hemû kitekitên li ser fîlmê Bêrîtan û meşa Xelîl a ber bi Bakur ve…

NASANDIN

Dersim Zêrevan (Jihan Asaad Sheikhmous) 10’ê Sibata 1980’ê li bajarê Qamişlo yê Rojava hatiye dinê. Zaroka duyem a malbabateke welatparêz a ji 3 keç û 5 xortan pêk tê ye. Dibistana seretayî û navîn li Qamişlo. Piştî dibistana navîn dest bi aktivîstiyê kir. Di sala 1996-2000’î de li dijî zilma rejîma Sûriye ya li dijî Kurdan di nava tevgerên civakî de cih girt. Di van salan de mereqa wê ya ji bo wêjeyê pêş ket. Gihişte wê biryarê weke keseke di nava dîrok û çanda Kurd û Kurdistanê de dijî karê herî bi wate li ser navê Kurd û Kurdistanê nivîsandina yên şer dike ye. Bi bihîstina ku Dibistana Wêjeyê li çiya hatiye vekirin ji bo wê tiştekî pir bi qîmet bû. Di sala 2000’î de dema derbasî Dibistana Wêjeyê bû, dest bi berhevkirina bîranînên gerîla û şiîran kir. Piştre bi qasî sê salan li ser Zîlan (Zeyneb Kinaci) lêkolîn dike, bi zimanê Erebî romanek nivîsand. Nêzî sê salan li qada nivîskî kar kir û piştre derbasî sînemayê bû. Zêrevan derbasbûna qada sînemayê wiha pênase dike; ‘Nivîsandina gerîla hestekî xweş e.Lê bi sînemayê fikra gerîla xistina nava malên mirovan jî karekî kelecanî bû.’ Sala 2004’ê û şûnde weke xwendekarê Xelîl Dag (Halîl Îbrahîm Uysal) dest bi karê sînemayê kir. Her çendî heskirineke wê ya ji bo kamereyê ji zarokatiyê jî bê, lê karê yekem lîstikvanî bû. Di fîlmê Xelîl Dag ê 2005’an a Firmêskên Ava Zê rola Xwedawend Îştar (Star) lîst. Zêrevan a kamerevaniya fîlmê Bêrîtan û Rêwiyên Şad kir, karê derhêneriyê bi Belgefilma SARA (2013-2016) bû. Piştre jî derhêneriya fîlmê Rûpelên Sor a Şoreşa Rojava kir. Sala 2019’an fîlmekî bi mijara Fermana Êzidî ya li Şengalê kişand. Rûpelên Sor û fîlmên Şengalê hê nehatine nîşandan. Piştî şehîdbûna Xelîl Dag ê pêşengtî ji sînemaya Ciya ya ku ji bo Kurdan bû destpêkirina çandek nû, ji bo girêdana bi wê rêyê karê kamerevaniyê ya pir jê hes dikir hişt û dest bi derhêneriyê dike.