Şirîkê hikûmeta Fînlandiyayê: Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Şirîkê hikûmeta Fînlandiyayê Tifaqa Çepgir dest ji helwesta xwe ya neyînî ya li hemberî endamtiya NATO’yê berda û pêşniyara "Bila PKKê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin" kir.

Partiya Tifaqa Çepgir di kongreya xwe ya vê Yekşemê de di bernameya xwe ya ku armancên nû di nava xwe de digire de helwesta xwe ya ji bo endamtiya NATO’yê guhert.

Li gorî polîtîkaya nû, Tifaqa Çepgir wê di mijara endamtiya NATO'yê de cih negire. Helwesta wî ya berê di rasteya ne endambûnê de bû.

Tifaqa Çepgir pêşniyarek kir. Tifaqê xwest ku PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin. Ev biryar bi însiyatîfa Ciwanên Çepgir hatiye girtin.

Tifaqa Çepgir a ku ji hilbijartinên 2019'an û vir ve 16 wekîlên wê hene, di hikûmeta Sanna Marîn de cih digire.