Şêx Cengî: Helwesta desthilatê rê li ber raperîna bi çek vedike

Lahor Şêx Cengî bal kişande ser helwestên desthilatê yên li hember xwepêşanderan ên demê dawî û got: “Desthilat wiha nêzîkî gel bibe, wê rê li ber raperîneke çekdarî veke ku ne bi daxwaza kesê ye.”

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî têkildarî xwepêşandanên li herêma Kurdistanê û helwesta desthilatê ya li hember xwepêşandaneran, destgîrkirin û girtina wan peyamek da.

Şêx Cengî diyar kir ku baweriya wî bi xwepêşandanên nerêxistinkirî nîne ku encamek bigire û guherînan bide çêkirin û got: “Em bi ti awayî helwest û nêzîkatiyên desthilatê yên çend rojên borî li hember parlementeran, rojnamevanan û xwepêşanderan qebûl nakin. Gaveke gelek metirîsar dibînin. Ev yek binpêkirineke mezin e li dijî azadiya fikir, daxwazên mafê azadiya kesî ya li herêma Kurdistanê ye.”

Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bal kişande ser mijareke din a balkêş û ev anî ziman: “Divê desthilata herêmê vê yekê li ber çav bigire, eger ku bi vî rengî bi ser gel de biçe, wê rê li ber raperîneke çekdarî veke ku ne bi daxwaza kesê ye.”