Şevger: Di Rojhilatê Kurdistanê de wê her tim ji bo me bibin soz, mînak û peyman

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger şehîdên bi rûmet ên ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê û hevkariya xwefiroşan de şehîd bûne bi bîr anî û da zanîn ku ew ê teqez hesab ji dagirker û xwefiroşan bipirsin.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger salvegera şehîdên Dalaho yên sala 2015’an, salvegera şehîdên Asos ên sala 2020’an û salvegera şehîd Leşker Dilbirîn bi bîr anî û her wiha têkildarî jiyan û şehadeta van şehîdên bi rûmet ji ANF’ê re axivî.

‘EM LI SER ESASÊ FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER Apo, MAFÊN XWE YÊ PARASTINÊ BI RÊ VE DIBIN’

Şiyar Şevger di destpêka axaftinê xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û îşaret bi şerê ku li Zap û Avaşînê tê meşandin kir. Şevger hemû hevalên ku bi berxwedaniyê dîrokê dinivîsînin silav kir û wiha got: “Bi berxwedaniya tê raberkirin, ew dijminê ku li ser gelê me qirkirinê dide meşandin wê têk biçe, berxwedaniya ku gerîla dimeşîne planên dijmin bê bandor kiriye. Tevgera Apoyî tevgera şehîdan e. Dijminê me her roj dixwaze siyaseta qirkirinê bide meşandin, em jî ji bo ku gelê xwe biparêzên têdikoşin. Têkoşîn jî bê berdêl nabe. Em li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo, mafên xwe yê parastinê bi rê ve dibin.”

‘HEVAL LEŞKER BI FERMANDARÎ, HEVALTÎ, RÊBAZ Û SEKNA XWE DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BÛ’

Şevger da zanîn ku di sala 2016’an de li herêma Dalahoyê Fermandar Leşker Cûdî bi komek hevalên xwe re, ji aliyê dewleta Îranê ya dagirker ve hatin şehîd kirin û wiha dom kir: “Heval Leşker fermandarê Eyaleta Dalahoyê bû. Dema ku heval li ser erkên xwe bûn êrîş kirin û di encamê de hevalên me şehîd bûn.

Fermandarê YRK’ê Leşker Cûdî di hemû qadên Rojhilatê Kurdistanê de têkoşîn da meşandin. Ji bo ku li ser esasê rastiya Rêber Apo xwe bigihijîne hemû qadên civakê dimeşiya û têkoşîn dida meşandin. Di nava civakek welatparêz de mezin bûbû. Dema ku Rêber Apo tê girtin, beşdarî nava refên gerîla bûbû. Heval Leşker bi fermandarî, hevaltî, rêbaz û sekna xwe ji bo ku bikare li hemberî dijmin serkeftinê bi dest bixe, di nava têkoşînê de bû. Hevalekî xwende bû her ku diçû di nava felsefe û fikrê Rêber Apo de xwe kûrtir dikir. Di aliyê xwe yê taktîkî de, wek fermanderekî eyaletê ku çawa wê li hemberî dagirkeriyê şer bike û hevalên li kêleka xwe perwerde bike her tim xwe bi rêxistin dikir. Bi rastî jî hevalê Leşker her tim mînak bû. Li herêma Dalahoyê gelê me yê Caf ji heval Leşker hez dikirin. Ew hezkirin girêdana heval Leşker bi gel re dida diyarkirin. Fermandarekî me yê bi vî rengî bû.”

Şevger destnîşan kir ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê şehadeta heval Leşker windahiyeke mezin bû û got: “Lê belê niha wek hevrêyên wî em diyar dikin ku heta dawî em ê li ser şopa wî bimeşin. Di kesayeta xwe de em ê taybetmendiyên wî ava bikin. Ji bo ku em bigihêjin armanca Şehîd Leşker heta dawiyê em ê layiqê wî bibin. Di Rojhilatê Kurdistanê de wê her tim ji bo me bibe soz, mînak û peyman.”

‘HEVAL ELÎŞÊR HER TIM DI NAVA LÊGERÎNAN DE BÛ Û XWE PERWERDE DIKIR’

Şevger diyar kir Elîşêr ku ew jî di nava wê koma ji aliyê rejîma Îranê ve hatî şehîd xistin de bû û wiha got: “Hevalekî ji Amedê bû. Têkoşîna di Rojhilatê Kurdistanê de tê meşandin, têkoşîneke netewî ye. Hevalê Elîşêr jî di nava têkoşîna Netewî ya Rojhilatê Kurdistanê cihê xwe girt. Bi fedakarî û dilsoziya xwe, her tim di nava hevalan de dihat hezkirin. Ji bo di aliyê taktîk de xwe pêş bixe, bê hesab xwe tevlî jiyanê dikir. Her tim di nava lêgerînan de bû û xwe perwerde dikir.”

‘EM TU CAR ŞEHÎDÊN XWE JI BÎR NAKIN’

Her wiha şevger di berdewamiya axaftina xwe de qala şehîd Brûsk û şehîd Mêrxas jî kir û wiha got: “Heval Brûsk ji bajêrê Merîwanê bû. Di temenê xwe yê ciwan de ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Îran dide têbikoşe, derket serê çiyayên Kurdistanê.

Hevalê Mêrxas jî ji Wanê bû hîn di temenekî ciwan de bû berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Hezkirin û girêdaneke mezin bi Rojhilatê Kurdistanê dida diyarkirin. Li ser vî esasî her tim di nav hevalan de dihat hezkirin.

Bi her çar hevalên me re şehîd bû. Di herêma Dalaho de çiqasî dewleta dagirker ya Îranê li ser heval bihata, nedikarî şehîd bixe. Hevalên me bi destê Kurdên ku bi koka xwe re ketine nava îxanetê, şehîd bûn. Ew kesên îxanet li welatê xwe kirin bi Îranê re ketin hevkariyê.

Di herêma Dalaho de bi dehan hevalên me şehîd ketine. Dijmin pêwîst e bizane, bi şehadetan em tu caran nayên tunekirin. Her ku em şehîdan didin, em mezintir dibin. Di wê herêmê de hevkarên dewleta Îranê ya dagirker divê vê yekê bizanin. Em wek tevgera Apoyî ji bîr nakin. Di kîjan demê de hevalekî me çawa şehîd bûye her tim di bîra me de ye, em tu car ji bîr nakin.”

‘CIVAKA ME WÊ HESAB BIPIRSE’

Şevger şehîd Leşker Dilbirîn jî bi bîr anî û wiha got: “Di sala 2019’an de jî heval Leşker Dilbirîn şehîd bûbû. Hevalê Leşker li bajarê berxwedanê yê Seqiz ji dayîk bûbû. Seqiz di dîroka de xwedî têkoşînek li hemberî dijmin e. Çawa heval Rênas Roj li hemû parçeyên Kurdistanê beramberî dagirkeriyê şer kir. Heval Leşker jî li ser wê şopê meşiya û beşdarî nava tevgera Apoyî bû. Bi hezkirin û enerjiya xwe ya ciwantiyê di nava refên me de westandin nas nedikir. Bi vî rengî di sala 2019’an de li Bajarê Merîwanê di encama kemîneke dagirkeriyê de şehîd bû.

Hevalê me yên li Dalaho û heval Leşker jî bi heman awayî di encama hevkariya bi dagirkeriyê re şehîd bûn. Yên ku li pêşiya hevalê leşker kemîn danîn dîsa kesên xwefiroş bûn, kesên qewmê xwe firotî bûn. Civaka me wê hesabê ji van kesan bipirse.”

‘EM Ê ARMANCA HEVRÊYÊN XWE BIGIHIJÎNIN SERKEFTINÊ’

Şevger qala dîroka 8’ê Tebaxa sala 2020’an kir û got: “Li herêma Asosê bi destê dewleta Tirk a dagirker, 9 hevalên me bi êrîşekî hewayî hatin şehîdxistin. Bi fermandar û hevala hêja Ozgûr re 9 hevalên me gihiştin şehadetê. Ji her çar parçeyên Kurdistanê heval hatin ba hev û ji bo azadiyê têkoşîn meşandin. Hevalên me bi kîlometreyan dûrî sînorê dewleta Tirk a dagirker bûn. Di encama istixbarata Tirk û PDK’ê de hatin şehîd xistin. Her 9 heval bi sekin û têkoşîna xwe, bi hezkirin û fedakarbûna xwe tevlî dikirin. Li beramberî rastiya bi salan e li ser civakê tê meşandin dixwestin têkoşînê bikin.

Careke din em her sê şehadetên xwe yên di cihên cûda cûda de şehîd bûne bi bîr tînin. Em careke din soza têkoşîna xwe xurtkirinê dubare dikin, em ê hedef û armanca hevrêyên xwe, bigihijînin serkeftinê.”

‘ŞEHÎD RUSTEM, SIMKO Û DILGEŞ BI KESAYETÊN XWE RUHÊ NETEWBÛNÊ ZINDÎ HIŞTIN’

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi vê re girêdayî çend hevalên ji Rojhilatê Kurdistanê di parçeyên din yê têkoşînê de şehîd bûne em bi bîr tînin. Heval Rûstem ji Kamyaran bû li Xakûrkê di encama berxedaniyeke mezin tevlî karwanê şehîdan bû. Lazim e ciwanê me yê Kamyaran xwedî li şehîd Rûstem derkevin. Heval Simko li Bane ji dayik bibû. Ji bo ku beramberî dagirkeriyê şer bike têkoşîneke herî mezin raber kir. Dîsa hevalê Dilgeş li Geverê şehîd ket li bajarê Sine ji dayik bibû. Ev ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bûn. Tevlîbûna wan ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê bû bi kesayetên xwe ruhê netewbûnê zindî hiştin. Divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwedî li van hevalan derkevin û li pey şopa wan bimeşin.”