Şervanên Azerî û Ermenî yên li Rojava peyam dan

Şervanên Azarî û Ermenî yên li Rojava ‘Qirkirina ku dewleta Tirk a faşîst ku dixwazin li ser Azarbeycanê bikin’ mehkûm kir.

Şervanên Azerî û Ermenî yên bi peyameke bi dîmen da, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku dixwaze şerê li sînorê Azerbeycan-Ermenistan dixwaze sor bike.

Şervanên li eniya Rojava gotin: “Em qirkirina dewleta TC a faşîst ku dixwaze li ser Azerbeycanê bike, mehkûm dikin. TC kîn û dijminahiya xwe ya li dijî gelê Ermen dewam dike. Têkoşîna me li dijî TC a faşîst û dewleta Azerbeycanê ye.”

Peyama şervanan wiha ye:

“Ti dijminahiyeke me li hember gelê aştîxwaz ên Azerî tine. Ti gel ne hevkarê dijminê hikûmeta xwe ye. Li ser gelê Tirk şop û bandora dijminahiya nîjatperest a Kemalîstî heye. Banga me ji bo gelê herêmê ev e; Bi gotin û sozên sexte yên rêveberên faşîst û emperyalîst nexapin, nekevin rewşekî pêlîska wan. Li hember propagandayên wan ên reş hişyar bin. Pir alî û sedeman li mijarê binêrin. Bila hemû gelên herêmê li dorî refên şoreşê milê xwe bigirin.

Desthilatên faşîst û polîtîkayên kîndar tine bikin. Em li Rojava ji bo parastina gelê xwe yê aşîthez, li dijî DAÎŞ’ê û El Nûsra yên faşîst şer dikin. Rejîma faşîst a Tirk çeteyên li Idlibê ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin, dişîne Azerbeycanê.

Divê gelê Azerbeycanê xwedî li çeteyan dernekevin. Ew ji bo aştî û azadiyê nayên Azerbeycanê. Armanca wan talan û dizî ye. Gelê Azerbeycanê bi çeteyên faşîst bawer nekin. Xeyalên dewleta TC a faşîst a Osmanî heye. Em şervanên azadiyê yên enternasyonalîst in. Li gel me ferqa netewî nîne. Em li gel hemû gelên hejar in, em amade ne li gel cih bigirin û şer bikin. Em amade ne li gel refên gel û li dijî dewleta TC a faşîst şer bikin.”