Munîre Mihemed Emîn: Şermeke mezin e ku hikumeta herêmê bêdeng dimîne

Şêniya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê Munîre Mihemed Emîn, ku niha li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê dimîne, nerazîbûna xwe li himberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Nişteciha bajarê Silêmaniyeyê Munîre Mihemed Emîn, ku bi eslê xwe ji bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye behsa keda Kurdan a bi salan kir û wiha got,“Bi salan e ji bo ku em Kurdistanê azad û serbixwe ava bikin em ked didin. Lê niha kanî ew Kurdisan, bayekî bir! Em ji tu hizbekî an jî ji hukûmeta herema Kurdistanê natirsin ku em neaxivin, eger bixwazin bila belgeya niştecihbûna me jî ji me bigrin, jixwe tiştekî me nemaye. Me ewqas di ber Kurdistanê de ked da ta ku em azad, serbixwe û bi xweşî bijîn. Da ku em cilekî xweşik li xwe bikin, xwerinak xweş bixwin û jiyanek xweş bijîn û xwedî welatekî bin, lê nahêlin keda me tev ber av birin. Gelo ev edalet e, bila her kes bibhîse.”

Munîre Emîn bi berdewamî got, “Dewleta Tirk çi ji me dixwaze? Me çi tehde li wan kiriye? Em ne diz in, ne jî mirovkuj in û ne jî cerdevan in. Çima bi vî rengî nêzî me dibin. Bila gilya me hemû erd û esman û cîhan bihîsê me çi kiriye ta ku rojane keç û xortên me qetil dikin, bax û bostanên me bombebaran dikin û xaka me û xwezaya Kurdistanê dişewitînin. Bi navê çi mafî vê yekê bi serê me tînin.”

Munîre Muhemed Emîn di dawiya axaftina xwe de  li himberî hikumeta heremê û bêdengiya wê li himber pêkanînê dewleta Tirk yê li ser xaka Başûrê Kurdistanê helwest nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerma mezin e ku îro li himber dewleta Tirk ku ewqas bê wijdan û bê dîn, hikumeta heremê bêdeng e, çima ewqas li himber vê bê wijdaniyê bêdeng e? Ewqas tê me bombebaran dike gund, mal, bax û bostanê me talan û wêran bike û keç û xortên me bê tu sedem qetil bike. Em ê wek gel çawa bê deng bin, ev bê exlaqî û bê wijdanî ye. Em ê tu caran bê deng nebin. Hindek ji gel bi navê mûçe nedayînê didin tirsandin û li ser wan ferz dikin ku bêdeng bin. Ez bi xwe girêdayî tu partiyekê nînim, vaye ez dijîm û nemirime. Tu kes ji birçiyan namire, pêwîst e em xwedan îrade û wijdan bin û li beramber vê wehşetê bê helwest nemînin. Kar bi dest û berpirsyar, ji ber pereyan ku qirêjiye. Newêrin tiştek bêjin û bêdeng dimînin di encamê vê de jî gelê xizan zirar dibîne û keda wan ya bi salan têk diçe.”