Şerîk: Sondxwarin êdî têrê nake

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, ku her kêliya 20 salên dîlgirtina Ocalan êşkence ye û got, "Sondxwarin êdî têrê nake, divê şert û mercên esaretê ji holê bên rakirin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ku ji zarokatiya xwe ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên destpêkê nas kir, di bernameya Kêliyên Rojê de ya Radyoya Dengê Welat bal kişand ser girîngiya jiholêrakirina şert û mercên dîlgirtina Ocalan.

Şerîk ku temenê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de derbas kiriye, piştî ku bi berfirehî qala salên destpêkê yên koma Apoyî û rêveçûna tevgera azadiyê ya Kurdistanê kir bal kişand ser dîlgirtina Ocalan 

Şerîk got, "Her kêliya bîst salên dîlgirtinê êşkence ye. Salên dawî ev êşkence girantir bû. Ji ber ku dawî li dîlgirtina Rêbertî nehatiye anîn ev yek mirovan gelekî diêşîne û giran e."

Şerîk diyar kir, dema ku Ocalan dîlhate girtin rewş û hesteke bi heman rengî rû da û got, "Niha jî heman hest bi min re peyda bûye. Di nava van şert û mercan de mirov çi dikare bêje? Divê mirov karibin xwe bigihînin hêza bilêvkirina gotinê. Ev yek jî tê wê wateyê ku mirov bibe xwedî rastiya têkoşînê ya ku dawî li şert û mercên dîlgirtina Rêbertî bîne."

Şerîk anî ziman ku wan rastiya têkoşîneke bi vî rengî nekarîne derxînin asta ku tê xwestin û got, "Lêgerîna vê yekê niha heye, têkoşîna wê heye. Mirov bi coş û kelecanî dibe ku dikevin nava lêgerînê û têdikoşin. Têkoşîn nîşaneya biryardariya me ye. Lê belê ji ber ku şert û mercên dawî li dîlgirtina Rêbertî bînin nehatine afirandin, giraniyê li mirovan dike. Sondxwarin êdî têrê nake, divê mirov sozê bi cih bînin."

Şerîk diyar kir, dema ku soz bi cih hatin anîn wê şert û mercên dîlgirtina Rêbertî ji holê rabin û got, "Ji bo vê jî Rêbertî her tişt da me, tiştekî ku neda nîne. Di nava mercên dîlgirtinê de jî gelek tişt pêşkêş kir. Tişta divê em jî bikin bicihanîna sozê ye."

Şerîk bi bîr xist, bandora Ocalan a li ser civakê û gel roj bi roj zêde dibe û got, "Bendewariya gel ji me ew e ku em bibin milîtanên Rêbertî, bibin hevrêyên Rêbertî û berpirsyariyên wê bi cih bînin."