Şehîdên zindanan li Lorîentê hatin bibîranîn

Li bajarê Lorîent ê Fransayê di şexsê Alî Boçnak û Bariş Keve yên di zindanan de hatin qetilkirin, ji bo şehîdên zindanan merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Lorîent ê Fransayê di şexsê Alî Boçnak û Bariş Keve yên di zindanan de hatin qetilkirin, ji bo şehîdên zindanan merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Xizm û hevalên Alî Boçnak û Bariş Keve û Kurdistaniyên li bajarê Lorîentê û der û dorê dimînin tev li bibîranînê bûn.

Kurdistaniyên saet di 13.00’î de li salona Masîon du Parcê hatin ba hev, ji bo Alî Boçnak ê 23’yê Îlona sala 2020’î di Girtîgeha Patnos a Agiriyê de hat qetilkirin û Bariş Keve yê 9’ê Îlonê di Girtîgeha T ya Akçadag a Meletiyê de hat qetilkirin û şehîdên 24’ê Îlona sala 1996’an di zindana Amedê de hatin qetilkirin, bi bîr anîn. 

Bibîranîn bi girtina rêzê bi deqeyekê dest pê kir û li ser jiyana Boçnak û Keve sînevîzyon hat nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî ku di bibîranînê de axivî. Agirî anî ziman ku yên bi girtinê hesabê radest girtina gelê Kurd dikirin, ji ber ku fêm kirine şaş in, îcar bi awayekî dijmirovî zilmê dikin. Agirî got ku divê gelê Kurd li her dera ku lê ye deng bide dengê girtiyên Kurd.

Bibîranîn, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.