Şehîdên Tevgera Azadiyê li Lavrîo hatin bibîranîn

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê TCŞ’ê Şehîd Îrfan Guler, Saîf Uçlu, Emrah Hildizer, Turan Kîsak, Firat Firat, Celal Ozcan, Rama Şemdîn û Hêvî Mamo yên di nava Tevgera Azadiya Kurd de li dem û cihên cuda şehîd bûne, bibîr anî.

Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanîstanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo endamên PKK'ê şehîd Îrfan Guler (Adil Ûrfa) 14'ê Adara 2021'ê, Saît Uçlu (Ferat Pîr) jî 29'ê Adara 2021'ê, Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) 17'ê Îlona 2021'ê, Emrah Yildizer (Devran Glîdax) 4'ê Nîsana 2021'ê, Turan Kîsak (Şoreş Glîdax) 24'ê Tebaxa 2021'ê, Firat Firat (Xebat Leheng) 24'ê Tebaxa 2021'ê, Celal Ozcan (Botan Ozgur) 3'yê Îlona 2021'ê, Rama Şemdîn (Zinar welat) 3'yê Îlona 2021'ê û Hêvî Mamo (Delal Qamişlo) 3'yê Îlona 2021'ê şehîd bûbûn bi merasîmekê bibîr anîn. 

Merasîma ku li Salona Konferansa Şehîd Xelîl Uysal hat lidarxistin, bi wêneyê şehîdan û alên PKK'ê hat xemilandin û find hat vêxistin.

Merasîm piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Gelek malbatê şehîdan û bi dehan welatî û çepgirên enternasyonel jî beşdarî merasîmê bûn.

Siyasetmedar Nûrhak Ûlûdax di derbarê şehîdan de axivî. Ûlûdax diyar kir ku tu carî armanca şehîdên me namir e û her tim zindî ye û wiha got: "Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dikin. Tu carî xwîna wan li erdê namîne. Armanc û hedefa wan nakeve erdê. Em soz didin şehîdan, em ê armanca wan bi cih bînin."

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser têkoşîn ji jiyana şehîdan hatibûn amadekirin hate nîşandan.

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.