Şehîdên Qamişlo li Berlîn û Hannoverê hatin bibîranîn

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Yûsif Rebanî (Rêzan Cavîd) ê ku di 6’ê Tebaxê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qamişlo şehîd bû, li Berlîn û Hannoverê hat bibîranîn.

Endamê Konseya Birêvebir a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) li Berlînê hat bibîranîn.

Merasima bibîranîna ya Komîsyona Rojhilat a Nav-Berlînê organîze kir, bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclîsa Giştî ya PJAK’ê Ehwen Çiyako yê di merasimê de axivî, şehîd Cawid û Dijwar Kobanê yên li Qamişloyê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Çiyako diyar kir ku Rêzan Cawid, li bajarekî mîna Mahabad ê ji bo Kurdan giring çêbûye. Sala çêbûye, Xumeynî bûye desthilat û ew ji Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bi bandor bûye.

Çiyako derbirî ku ji bo Bakurê kurdistanê Qetilama Dersimê ya 1938’an çi be, pêvajoya ji salên 1990’î heta bi 2000’î ji bo Rojhilatê Kurdistanê heman tişt e û îşaret bi wê yekê kir ku bi avabûyîna PJAK’ê re rewş guheriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşengek ji pêşengên damezirîner ên PJAK’ê jî heval Rêzan Cawid e ku ji dîlîtiya Serok Apo bi bandor bûye.“

Bername, piştî  axavtinên Dayê Fatma û Şahab Şêxî yên Rojhilatî yên li ser şehîd Rêzan Cawid, bi sînevîzyona li ser jiyana Rêzan Cawid û bi dirûşma “Şehîd namirin“ bi dawî bû.

HANNOVER

Kurdistanî û dostên wan ên li ber Hannover Hauptbahnhofê hatin ba hev, şervanên Yekîneyên Parastina Cewherî ku li Qamişlo û Minbicê şehîd bûn, bi meş û mîtîngê bi bîr anîn.

Mîtîng, piştî rêzgirtinê dest pê kir. Meclîsa Gel a Hannoverê, ATÎK, nûnerên YDG û PYD’ê tev li mîtîngê bûn.

Suleyman Gurcan ê li ser navê ATÎK’ê axivî û got: “Dibêjin qey ew ê bi êrîşên wiha bi nemerdî Şoreşa Rojava bêzar bikin. Şoreşa Rojava, rewşa bercestebûyî ya gel, şoreşger û çîna karkerên bindest e. Em bêzar nebûne û nabin. Bila tu şik û gumana kesê jê nîn be. Bi çi şert û mercan be jî em ê parastina şoreşê bikin.“

Gelê piştî mîtîngê dest bi meşê kir, bênavber, dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana Rojava“ berz kirin.