Şehîdên Parîsê li Elmanyayê hatin bîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin li bajarên Dusseldorf, Frankfûrt, Kîel, Hannover û Hambûrg ên Elmanyayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Elmanyayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

DUSSELDORF

Li paytexta eyaleta NRW ya Elmanyayê Dusseldorfê ji bo şehîdên Parîsê meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê NRW YJK-E’yê ve hat organîzekirin. Gelek Kurdistanî û dostên wê yên ji bajarên Koln, Dusseldorf, Leverkûsen, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Munster û Osnabruckê hatin û tevlê çalakiyê bûn.

Girse saet 13:00’an li ber DGB Haûs’ê kombûn. Li wir beriya meş destpê bike axaftin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser hevpariya dewleta Fransa ya di Qetlîama Parîsê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û gotin ku şehîdên Parîsê timî di dilê wan de ye.

Piştî axaftinan girseyê dest bi meşê kir û heya bi Galeriya Hunerê ya Dusseldorfê dewam kir. Li wir mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de jî axaftin hatin kirin û piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û xwendina helbesta “Ez li Parîsê Bûma” bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Kîelê jî bi tevlêbûna Kurdistanî û dostên wan şehîdê Parîsê bi meşekê hatin bîranîn. Meş ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a li Kîelê hat lidarxistin. Koma Antîfa Kîel ya Elmanî jî di nav çalakiyê de cihê xwe girt.

Di meşa ku li wir bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin de axaftin hatin pêşkêşkirin. Piştî axaftinan meşa ku bi berzkirina dirûşmeyan dom kirî bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi pêşengiya TJK’ê û bi tevlêbûna gelek Kurdistanî û dostên wê meşek hat lidar xistin û komkujiya Parîsê hat şermezarkirin.

Di meşê de bertek nîşanê dewleta Tirk û Fransayê hat dayîn û hat xwestin ku failên wê komkujiyê demildest werin darizandin.

Di axaftinên ku li wir hatin kirin de bal hat kişandin li ser armanca qetlîamê û hate gotin ku ew qetlîam di esasê de li hemberî hemû gelê Kurd hatiye kirin. Her wiha hate gotin ku qetlîama Parîsê nîşaneya berdewamiya komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Her wiha belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Qatil Erdogan” bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê jî bi heman armancî bi sedan Kurdistanî û nûnerên saziyên dost meşek bi pêşengiya Tevgera Jin li ber HBF a Hannoverê meşek hat lidarxistin.

Li wir jî li ser navê sazî û rêxistinên tevlê meşê bibûn axaftin hatin kirin û şehîdên Parîsê hatin bîranîn û qetlîama li ser wan hatî kirin hat şermezarkirin. Her wiha hate gotin ku di serî de Fransa hemû welatên Ewropayê li hemberî wê qetlîamê bê deng ma û ew bêdengî nîşan dide ku di dijmintiya bi Kurdan de hevpar bûne.

Di berdewamiya çalakiyê de li ser navê "Hêzên Têkoşîna Yekbûyî", "Women Defend Rojava", "Hevgirtina jinên Ewropayê", "Femîstîsche Organiesirûng gemeînsam Kampfen" û "Belavoka Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî" axaftin hatin kirin. Di meşê de gelek pankart û wêne hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Sara, Rojbîn, Rohanî", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî têkoşîna jinê" û "Bijî hevgirtina şoreşgerî" hatin berzkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê hatibû organîzekirin li taxa Sternschanze ya bajêr hat lidarxistin.

Di meşê de gele sazî, siyasetmedar û kesayetiyên Elman û çepên Tirk jî cih girtin. meş bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Li wê derê jî daxuyanî û axaftin hatin kirin û qetlîma Parîsê hat şermezarkirin û her sê jinên şehîd hatin bîranîn.

Di meşê de bi domdarî dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî” û “Qatilê Jinê Erdogan” hatin berzkirin. Meş li taxa Altona bi dawî bû.