Şehîdên Parîs û Silopiyayê li Gavleyê hatin bîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 6'ê Çileya 2015'an li Silopiyayê hatin qetilkirin, li bajarê Gavle yê Swêdê hatin bîranîn.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 6'ê Çileya 2015'an li Silopiyayê hatin qetilkirin, li bajarê Gavle yê Swêdê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna 6 jinên Kurd ên şehîd û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna wan hate nîşandan.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gavleborgê Mûazzez Batte li ser wate û girîngiya rojê, bi navê Komuna Warsîn endama Meclîsa Şaredariya Gavleyê Jin Haco dûre axivîn û qala cih û girîngiya jinên Kurd li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kirin.

Haco diyar kir, dewleta Tirk bi komkujiyên Parîs û Silopiyayê re êrîş bir ser jinên ku pêşengiyê ji têkoşînê re dikin û got, tevî ku hêza li pişt komkujiyê tê zanîn jî, dewleta Fransayê sûcdar parastiye û komkujî di tarîtiyê de hiştiye.

Haco grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û anî ziman, Leyla Guven a 67 roj in di greva birçîbûnê de ye rewşa wê ya tenduristiyê li asta krîtîk e. Haco got, "Em soz didin; heta ku armanca şehîdên Parîs û Silopiyayê, armanca çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn, em ê têbikoşin."

Beşdarên civîna bîranînê her wiha rewşa dawî ya li Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.