Şehîdên Mercanê hatin bibîranîn

Ji bo 17 kadroyên komunîst û şervan ên li Dersimê hatibûn qetilkirin, li Zurîhê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Piştî merasîmê di panela hate kirin de, bal kişand ser girîngiya polîtîk, siyasî, îdeolojî ya dîroka 17’an.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê 17 komûnîst û şervanên 17’ê Hezîrana 2005’an li Geliyê Mercan ê Dersimê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Partîzan ve hate lidarxistin, gelek saziyên şoreşger jî tevlî bûn.

Di kesayeta 17 kadroyên pêşeg û şervanan de ji bo şehîdên şoreşger, demokrasî, sosyalîstmê û komunîzmê deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî sînevîzyonek hate nîşandan û merasîm bi stranên şoreşgerî û pêxistina findan dom kir.

Piştî merasîmê panelek hate kirin û di panelê de bal kişaand ser girîngiya polîtîk, siyasî, îdeolojî ya dîroka 17’an.