Şehîdên Meha Gulanê li Stockholmê hatin bibîranîn

Li Stockholmê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, Şehîdên Meha Gulanê, fermandara YJA-Starê’ê Leyla Sorxwîn û Qasim Engîn bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Çalakiya bîranînê di saet 14:00'an de li Komeleya Çand û Hunerê ya li Stockholmê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Sînevîzyona ku li ser çalakiya çaran ango hatibû amadekirin, hate nîşandan. Piştre siyasetmedar û çalakvanê siyasî Senanîk Oner axivî.

Senanîk Oner, wiha got: “Her serdem lehengên xwe di afirîne, her kesên ku di riya doza gel de canê xwe feda dike, dibe sembol û rûmeta gel. Yekane armanc û wesyeta şehîdan, avakirina dozeke rast a gelê Kurde. Her weke ku Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê jî diyar dike, em bi saya şopandina wan şehîdan îro gihane asta şoreşê û lehengtiya Kurdan bi tevayî cîhanê dane nasandin. “

Çalakiya bîranînê bi dirûşemyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.