Şehîdên Meha Gulanê li Mannheîm û Reîmsê hatin bibîranîn

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û bajarê Reîms ê Fransayê ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê civînên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û bajarê Reîms ê Fransayê, Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Di cîvîna ji aliyê Meclîsa Herêma Mannheîmê ve hat lidarxistin de, di şexsê kadroyê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer de ji bo giyanê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Di avaxtinên civîna vê Yekşemiyê seet di 13:00’an de hat destpêkirin de, behsa giringî û mîrateya berxwedanê ya şehîdên doza şoreşê ya Kurdistanê hat kirin û nirxandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, êrîşên di zindanan de zêde dibin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat kirin.

REÎMS

Li bajarê Reîms ê Fransayê jî ji bo Şehîdên Meha Gulanê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arîn Mîrkan meresima bibîranînê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan ên li Reîmsê dimînin tev li meresimê bûn. Di meresimê de di serî de Hakî Karer, Çar û Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê bi deqeyekê rêz hat girtin. Di meresima bibîranînê de piştî nîşandana sînevîzyonê malbatên şehîdan yek bi yek axivîn. Di meresimê de dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.