Şehîdên meha Gulanê li Grazê hatin bîranîn

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Grazê li hev civiyan û di şexsê Şehîd Sînan Dersim de şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, civîna bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir.

Hevserokê Civaka Azad a Awûstûryayê Halîs Sever li civînê axivî û bal kişand ser rola şehîdên meha Gulanê li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.