Şehîdên Meha Gulanê li Freîbûrgê hatin bibîranîn

Li Freîbûrgê Şehîdên Meha Gulanê û gerîlayê HPG’ê Bawer Nas (Ayhan Înalhan) ê çend roj berê şehîd bû bi tevlêbûna malbatan hatin bibîranîn.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê û gerîlayê HPG’ê Bawer Nas (Lezgîn Bawer) ê 16‘ê Gulanê di êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê  de şehîd bû û Ayhan Înalhan (Mîrza Rênas) ê 19‘ê Gulanê li Metînayê şehîd bû û Aysel Dogan a 11‘ê Gulanê şehîd bû hatin bibîranîn.

Meresima bibîranînê bi girtina rêzê ji bo giyanê şehîdan destpê bû û bi axaftina Hevserokên Meclîsa Gel a Freîbûrgê dewam kir.

Di axaftinan de behsa giringiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya Şehîdên Meha Gulanê hat kirin û soza bûna li ser rêça şehîdan hat dayîn. Her wiha hat destnîşankirin ku divê gelê Kurd ê li Ewropayê dimîne bêhtir xwedî li şehîdên xwe derbikeve.

Di meresima bîranînê de siyasetkar Faysal Sariyildiz jî axivî. Sariyildiz got ku 45 sal in bênavbir şehadet çêdibin û wiha axivî: “Lê di vê mehê de me her tim pirtir şehîd dane. Heta bi niha 50 hezar şehîdên me hene. Dilê 50 hezar dayikên me şewitî. Ruh, wêrekî û armanca ciwanên Kurd bi berxwedana Cizîrê şênber bû. Fîlozof Slavoj Zîzek wiha dibêje, Berxwedana Kurdan îspata herî mezin a ku wê mirovahî bêhevî nebe ye.’’ 

Sariyildiz behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û planên dagirkirina Rojava kir û îşaret bi wê yekê kir ku gava mesele dibe Kurd dewletên Ewropayê durûtiyê dikin û anî ziman ku ew ê tim li hember vê ferasete rabin.

Di pey re li ser navê malbatên Şehîd Mîrza Rênas û Lezgîn Bawer axavtin hatin kirin. Malbatên şehîdan gotin ku ‘’şehîd şehîdên me hemûyan e’’ û soza şopandina rêya wan dan.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Freîbûrgê jî axaftinek hat kirin û wiha hat gotin: ‘’Îro  ruhê berxwedanê yê Şehîdên Meha Gulanê li Zap, Avaşîn û Rojava zindî tê hiştin. Bi her şehadetê erk û berpirsyariya me zêdetir dibe.“

Meresima bibîranînê ku di saet 13.30’an de li Komeleya Çanda Kurd a Freîbûrgê destpê bû di saet 16.00’an de bi dawî bû.