Şehîdên meha Gulanê li Dresdenê hatin bîranîn

Li Dresdenê şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, bi organîzeya Meclîsa Jinê ya Ûta û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê (NCDK), civînek ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hate lidarxistin.

Di bîranînê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir nûnerên Fed-Kurd, KOMAW, Meclîsa Jinê ya Ûta û NCDK'ê axivîn.

Di civînê de sînevîzyonek li ser Qirkirina Dersimê, Denîz Gezmîş û hevalên wî, Çaran, Ekîn Ceren û Ûta Schneîderbanger, Zeryan Denîz Amed, Mehmet Karasûngûr, Hakî Karer, Kasim Engîn û şehîdên berxwedana Zap û Avaşînê hate nîşandan.

Civîna bîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.