Şehîdên Meha Gulanê li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlînê Şehîdên Meha Gulanê bi meresimekê hatin bîranîn. Di meresimê de hate gotin ku ji bo derketina xwedî li mîrateya şehîdan çi bivê divê mirov texsîr neke.

Li payteyxa Almanya Berlînê ji bo Şehîdên Meha Gulanê, meresima bibîranînê hat lidarxistin. Bi organîzekirina Meclîsa Jinan Dan-Dest û Meclîsa Nav-Berlînê Kurdistaniyên di saet 16.00‘an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin ba hev şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Huseyîn Guneş ê di meresimê de axivî ev gotin kirin: ‘’Ez li hizûra Şehîdên Meha Gulanê li ber şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Kurd ji berê de ji zindanan heta bi serê çiyayan li têkoşîna xwe dewam dikin. Di vê têkoşînê de helbet şehîdên me çêbûne, em welatparêz jî divê şehîdên xwe bi bîr bînin û xwedî li têkoşîna wan derbikevin.“

Hunermend Mûharrem Aral jî axivî û got: “Di têkoşîna me ya azadiyê de wê şehîden me jî çêbibin. Di tevgera azadiyê ya Kurd de divê mirov ji rastiya şehadetê têr baş fahm bike.“

Aral di der barê xiyaneta PDK’ê de jî got ku PDK bi kirina hevkariyê bi dewleta Tirk re dikeve hewila tarîkirina pêşeroja gelê Kurd.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî derbirî ku ew bejna xwe li ber hemû şoreşgerên di zindanan de û ji der ve ked dane, şehîd bûne ditewîne û wiha axivî: “Ji bo mîrateya şehîdên xwe tiştên ji milên me werin divê em bikin. Em xebatekê dikin lê ne bes e. Cîhanê jî têkoşîna biheq a gelê Kurd dîtiye. Em ên di nav vê têkoşînê de ne jî divê têkoşînê mezin bikin.“

Paşê sînevîzyona ji bo Şehîdên Meha Gulanê hatibû amadekirin hat nîşandan.

Meresim bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.