Şehîdên meha Cotmehê li Freiburgê hatin bîranîn

Şehîdên meha Cotmehê li bajarê Freiburgê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê, ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê çalakiyek hate lidarxistin.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de hate gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke şehîdan e" û hate bibîrxistin ku meha Cotmehê jî ew meh e ku tevî Bêrîtan û Ronahiyan bi sedan şoreşger lê şehîd bûne.

Qisekeran gotin, "Eger îro li tevahiya cîhanê qala Kurdan tê kirin ev yek bi saya têkoşîna şehîdan me ye" û destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê wê di demeke nêz de Kurdistanê azad bike.

Civîna bîranînê ku bi dehan Kurdistanî tevlî bûn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.