Şehîdên Dêrsimê li Hannoverê hatin bîranîn

Li Hannoverê ji bo 8 gerîlayên HPG’ê yên li çiyayê Mercan şehîd bûbûn, meresima bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Hannover yê Elmanyayê ji bo 8 gerîlayên HPG’ê yên di 5’ê Kanûnê de li çiyayê Mercanê şehîd bûyîn, meresima bîranînê hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevlî meresima bîranînê bûn. Di meresimê de wêneyên şehîdan û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û HPG’ê hatin hilawistin.

Serdanên sersaxiyê malbata Mihrîban Ata (Jînda Gabar) ên li Hannoverê dijîn qebûl kirin. Di meresima bîranînê de malbata Mihrîban Ata, Xoşnav Ata, KOMAW û nûnerê PYD’ê axavtin kirin.

Di meresima bîranînê de sînevîzyona ji bo şehîdan hatiye amadekirin, hate temaşekirin.

Meresima bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.