Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî cenazeyê 4 şehîdaên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.

Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên Kobanê, cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Beşar Şêxî (Beşar) ê 30`yê Cotmehê li Zor Mixarê, Wehîd Derwîş (Zîlan Kobanê) a 27`ê Cotmehê li Serêkaniyê, Behaedîn Elî (Behaedîn) 21`ê Cotmehê Girê Spî, Mihemed Xelîl (Serhildan Kobanê) 14`ê Cotmehê li Serêkaniyê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê, hatin veşartin.

Mersîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî. Muslim ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û li ser girîngîya yekbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriyê destnîşan kir

Muslim wiha got:"Bi ruhê şehîdên ku di oxira jiyana azad û bi rûmet û pêkanîna edaletê de canê xwe dane fedakarî kirine dê berxwedan bidome û em soz didin li ser rêya şehîdan bimeşin heta serkeftin pêk were."

Piştre Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 16 şehîdên ku demên berê cenazeyên wan hatine veşartin, xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne; Xelîl Kalo (Ebû Çîlo), Mehmûd Deharkol (Emîn Bahoz), Diyar Ubêd (Diyar Kotik), Basil Xelîl (Birûsk), Elî Berko (Hogir Kobanê), Zeîme Delî (Zeîme), Mihemed Ebdî (Mihemed Taşlok), Zana Celel (Gênco Şarezor), Xelîl Elî (Xemgîn Edîb), Aybad Bekir (Dilovan Kobanê), Mihemûd Can (Botan Farqîn), Ehmed Mihemed (Cûdî Kobanê), Dîlan Olmaz (Dilovan Gever), Îbrahîm Muslim(Şervan Girê Spî), Mihemed Şeyban (Mihemed), Ronar Derwîş (Yeldiz Aşme).

Cenazeyên her çer şehîdan di nava tilîliyên dayikan, dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.