Şehîdên Şengal û Til Temirê hatin bîranîn

Kurdên li bajarê Helsînkî ya Fînlandiya dijîn, fermandarên YBŞ, YPG û YPJ’ê bi bîr anîn ên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker yên dema dawî li ser Şengal û Til Temirê pêkanîbû de şehîd bûbûn.

Îro piştî nîvro saet 16:00’an li Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk ya li bajarê Helsînkî ji bo bîranîna şehîdan Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û Fermandarê YPG’ê Rênas Roj û Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi tevlîbûna gel û xebatkarên Komeleyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Di merasîmê de birayê Fermander Rênas Roj ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Til Temir şehîd bûbû Saman Şehabî jî tevlî merasîmê bû.

Di merasîmê de derbarê xebat û tekoşîna wan şehîdan axaftin hatin kirin û planên dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.