Şehîdên 9'ê Gulanê li Helsînkiyê hatin bîranîn
Şoreşger Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan ên ku 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê rejîma Îranê va hatin darvekirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bîranîn.
Şoreşger Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan ên ku 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê rejîma Îranê va hatin darvekirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hatin bîranîn.
Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan di salvegera 11'an a darvekirinê de hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Helsînkiyê pêk hat.
Di şexsê şehîdên 9'ê Gulana 2010'an de hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.
Di civîna bîranînê de li ser şehîdan sînevîzyon hate nîşandan û şehîd hatin bîranîn.
Her çar şoreşger di 9'ê Gulana 2010'an de li zindana Evîn a Komara Îslamî ya Îranê hatibûn darvekirin.