'Şehîdan jiyan bi wate kirin'

Endamên Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Orhan Lîtavk û Dijwar Botan destnîşan kirin, şehîdan jiyan bi wate kirine û diyar kirin, xwedîderketina li wan wezîfeya her kesî ye.

Endamên Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Orhan Lîtavk û Dijwar Botan, bi wesîleya meha Gulanê (Meha Şehîdan) ji ANF'ê re axivîn.

'XWEDÎDERKETINA LI BÎRANÎNA ŞEHÎDAN BI TÊKOŞÎNÊ DIBE'

Lîtavk di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên Gulanê de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û got, "Şehîd nûnertiya xetekê dikin, heta ku ew xet hebe şehîd jî namirin, wê di nava wê xetê de timî hebin. Lewma Rêbertî PKK weke tevgera şehîdan bi nav kir. PKK hêvî, daxwaz û xeyalên şehîdan pêk tîne. Keda şehîdan mezin dike, bi rastiya xwe dike yek û bi vî rengî têkoşînê bilind dike. Şehîdan digihîne wateyekê, geş dike."

Lîtavk bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li şehîdan û got, "Xwedîderketina bi têkoşînê dibe. Bi jiyaneke bi mane gengaz e. Bi gotin, bi nirxandinên cuda mirov nikarin rastiya şehîdan pênase bikin. Mirov çiqasî xeyalên şehîdan pêk bînin, ewqasî jî xwedî li bîranîna şehîdan derdikevin. Pêwîste di şexsê şehîdên meha Gulanê de mirov bi jiyaneke nû şehîdên xwe hemûyan pêşwazî bikin."

Lîtavk destnîşan kir, şehîdan bi şehadeta xwe mirin ji bo Kurdan gihandin wateyeke bilind û got, "Beriya ku şehîd wateya mirinê bilind bikin, Kurdan ji bo tiştên gelekî biçûk dikarîbûn cîranên xwe, xizmên xwe bikujin. Kuştin ewqasî bê mane bûbû. Ya rast, jiyan bêmane bûbû. Şehîdên me di serî de bêmanebûn ji holê rakirin. Bi şehadeta xwe rêya rast a jiyanê, rêya rast a şehadetê nîşanî gelê me dan. Gerîla û gel li ser vî ruhî dimeşin."

'ŞEHÎDAN JI BO AZADIYÊ CANÊ XWE DAN; XWEDÎDERKETINA LI WAN WEZÎFEYA HER KESÎ YE'

Endamê Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Dijwar Botan jî diyar kir, PKK li ser xwîna şehîdan ava bûye û got, "Fêhmkirina PKK'ê fêhmkirina şehîdan e. Rêber Apo, şehîd û PKK yek tişt e. Tiştên ji hev cuda nînin. Yek reng e, yek fikir e, yek armanc e. Şehîd rûmet e, hebûna gelekî ye."

Botan bal kişand ser wateya xwedîderketina li şehîdan û got, "Di salên 1990'î de dema ku gelê Kurd yekemcar xwedî li şehîdên xwe derket, Rêber Apo got, 'Ev gel bê mirin e'. Ji ber ku dema gelek xwedî li şehîdên xwe derket, xwedî li doza wan derket, xwedî li rêya wan derket, wê demê ew gel bê mirin e, ew şoreş bê mirin e. Lewma şoreşa me xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Çi guhertin li Kurdistanê pêk hatin, çi destketî hatin afirandin hemû bi saya şehîdan e."

Botan destnîşan kir, xwedîderketina li şehîdan wezîfeya her kesî ye û got, "Wan canê xwe ne ji bo jiyaneke normal dan, wan ruhê xwe, canê xwe ji bo azadiyê dane, ji bo rizgariyê, serketina gelan dane. Ji bo gel karibe bibe xwe, bikaribe bi xwe siyasetê bike, rêxistina xwe ava bike, jiyana xwe ava bike, dem û dezgehên xwe ava bike, bibe xwedî îrade, ziman, rêxistin, keda wan kes nexwe. Şehîdan ji bo vê armancê canê xwe dan. Qîmet û rûmetbûna wan a herî mezin jî di vir de ye."