Şehîd Sînan û hevrêyên wî li Lavrîoyê hatin bibîranîn

Li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê Şehîd Sînan Dersim, Şavaş Maraş, Mûnzûr Zerya, Savaş Tekoşîn û Tîrêj Nûjîn hatin bibîranîn.

Li Navenda Çanda Kurdistanê ya bajarê Lavrîoyê di şexsê şehîd Sînan Dersim de şehîd Şavaş Maraş, Mûnzûr Zerya, Savaş Tekoşîn û Tîrêj Nûjîn hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û di axaftinên hatin kirin de qala jiyan û têkoşîna şehîd Sînan a salên ciwantiyê û tevahî jiyana wî ya di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de hate kirin.

Hate gotin ku şehîd Sînan hemû erkên girte ser milê xwe bi serketî bi cih anî û ev hate gotin: “Hevrê Sînan dem hat li bajaran ji bo gel xizmet kir, dem hat li serê çiyan ji bo gelê xwe şer kir. Hevrê Sînan her demê ji bo me kesek pêşeng kete dîrokê. Hevrê Savaş Mereş û yên din xwedî ruheke fedayî bûn, bi çalakiyên xwe derbên giran li dijminan dan.”

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyon û dirûşmên ‘Şehîd Namirn’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.