Şehîd Sînan Dêrsim li Parîs û gelek navendan hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim ê ku 27’ê Cotmeha 2020’an di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd ketibû, li paytext Parîs û banliyoyên Drancy, Vîllîers le Bel, Mantes la Jolîe û Vîlleneûve St. Georges ên Fransayê hate bîranîn.

PARÎS

Çalakiya bîranînê saet 14:00’an li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Li Parîsê hate lidarxistin.

Di çalakiya bîranînê ya ku ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hatî girtin de, li ser navê Komîteya Şehîdan Hayrî Ûlûdag axivî. Ûlûdag gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “PKK partiya şehîdan e” bi bîr xist û got, “Em tenê bi bilindkirina têkoşîna şehîdan dikarîn girêdanbûna xwe ya bi wan re çêbikin.”

Li ser navê FEDA’yê jî Pîr Riza êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û banga bi hev re mezinkirina berxwedanê kir.

Di çalakiya bi pêşandana sînevîzyonê dom kirî de, dirûşmeyên “Şehîdê namirin” berz kirin.

Bîranîn bi guhdarkirina stranên TEV-ÇAND Parîsê bi dawî bû.

VÎLLENEUVE SAÎNT-GEORGE

Li banliyoya Vîlleneûve Saînt-Gegorgeyê şehîd Sînan Dêrsim hate bîranîn.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de aktîvîsta TJK-E’yê Nûpel Mûnzûr axivî.

Mûnzûr diyar kir ku rêheval Sînan zanibû ku şoreşgeriyê ji bo xwe bike weke şêwazê jiyanê û got, “Li her qadê, her erk bi serkeftî bi cih dianî. Bi taybetî li Ewropa derbarê meclisên gel de şev û roj di nava lêhûrbûnan de bû û ji bo avakirina sîstemê ked û hewldanek mezin da. Em weke rêhevalên wî, soza mezinkirina têkoşîna ku Rêheval Sînan ji bo me hêlayî û avakirina sîstemê didin.”

Bîranînê bi pêşandana sînevîzyona derbarê jiyana Sînan Dêrsim bi dawî bû.

VÎLLÎERS LE BEL

Navendek din a bîranînê banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê bû.

Gelek Kurdistanî tevlî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Vîllîers le Bel ê bûn.

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de li ser navê Komîteya Şehîdan û Navenda Civaka Kurd axaftin hatin kirin. Axaftvanan teqezî bi xwedîderketina li şehîdan û mezinkirina têkoşîna wan kirin.

DRANCY

Sînan Dêrsim li banliyoya Drancy a Parîsê jî hate bîranîn.

Kurdistanî bi giranî tevlî çalakiya bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Drancyê bûn. Di çalakiya bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, axaftvanan diyar kirin ku divê xwedî li mîrasên şehîdan bê derketin.

Bîranîn bi pêşandan sînevîzyona li ser jiyana Sînan Dêrsim bi dawî bû.

MANTES LE JOLÎE

Sînan Dêrsim li banliyoya Mantes le Jolîe ya Parîsê jî hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin li Navenda Civaka Demokratîk dest pê kir.

Di çalakiya ku bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Sînan Dêrsim dom kirî de, axaftvanan berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker silav kirin û soza wê têkoşîna şoreşgerî bigehînin serkeftinê dan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.