Şehîd Sînan Dêrsim li Kassel, Goteborg û Rennesê hate bibîranîn

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarên Kassel, Goteborg û Rennesê hate bibîranîn.

KASSEL

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû li bajarê Kasselê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyona li ser şehîd Sînan Dêrsim hate temaşekirin.

Di axaftinan de hate gotn “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê serfiraziya Garê têkoşînê geş bikin, faşîzmê hilweşînin û azadiyê pêk bînin.”

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê jî Sînan Dêrsim hate bibîranîn. Di bibîranînê de li ser navê meclîsa Goteborgê axaftin hate kirin û qala kesayetiya têkoşer a Sînan Dêrsim hate kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê jî hate protestokirin.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî li Navenda Civakî ya Demokratîk a Amarayê şehîd Sînan Dêrsim hate bibîranîn. Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan.

Di axaftinan de soza girêdana li ser bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê hate dayîn û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk di salvegera Qirkirina Ermenana de êrîşên dagirker daye destpêkirin û ev ne tesaduf e.