Şehîd Sînan Dêrsim li gelek bajarên Ewropayê hate bibîranîn

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim ê ku di êrîşa hewayî de şehîd bûbû li gelek bajarên Elmanya û Fransayê hate bibîranîn.

HANNOVER

Li qada Steîntor a bajarê Hannoverê ya Elmanyayê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Malbatên Şehîdan Latîf Karakaş, li ser navê KON-MED’ê Tahîr Koçek, li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahiyê de jî Aliye Ekîncî axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Sînan Dêrsim di jiyana xwe de şoreşgeriyê de kesayeteke mînak bû û hate gotin “Dema ku ew li Ewropayê bû li her bajarên Ewropayê xebitî û hewl da hemû kesan tevlî nav têkoşîna şoreşê bike. Xwedîderketina li bîranîna hevrê Sînan êdî peywira me ya yekemîn e.”

Bi guhdarîkirina helbesta ku şehîd Sînan Dêrsim xwendibû, çalakî bi dawî bû.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê jî Endamê Konseya Fermandar a HPG’ê Sînan Dêrsim li qada Harmonîyê hate bibîranîn.  Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Hevseroka NCDK Gulistan Meşkîne jî qala têkoşîna şehîd Sînan Dêrsim kir û got “Di şexsê heval Sînan Dêrsim de wê bi xwîna hemû şehîdên me Kurdistan azad bibe.”

Di bibîranînê de Qirkirina Ermenan jî hate şermezarkirin û hate gotin “Em gelê Kurd bi gelê Ermen re ne. Em ê hesabê kuştina wan bipirsin.”

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî Sînan Dêrsim hate bibîranîn.

Di axaftinan de hate diyarkiri ku Sînan Dêrsim pêşengtî ji têkoşînê re dikir û bi îradeya xwe ya xurt têdikoşiya.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Dêrsim li Ewropa, Tirkiye û Kurdistan di serî de ji bo pêşxistina îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşiya.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîd Sînan Dêrsim hate nîşandan.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê jî Sînan Dêrsim hate bibîranîn.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û cangoriyên Qirkirina Ermenan hate destpêkirin û sînevîzyona li ser jiyana Sînan Dêrsim anahte nîşandan.

Di bibîranînê de hevrêyên Dêrsim axivîn û daxuyaniya HBDH’ê hate xwendin.