Şehîd Sema Eylul li Gîessenê hat bibîranîn

Gerîla Sema Eylul, Arjîn Cûdî, Lîlav Jînda û Avaşîn Zagros yên 18’ê Tebaxa 2022’yan di şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk ê bi ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Ji bo gerîla Sema Eylul (Fatma Marangoz), Arjîn Cûdî (Zeynep Dal), Lîlav Jînda (Lîloz Ozkan) û Avaşîn Zagros (Medrîka Besravî) ku 18’ê Tebaxa 2022’yan di şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk ê bi ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn, li bajarê Gîessen ê Elmanyayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Merasîm, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Gîessen û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hat lidarxistin. Zêdeyê hezar kesî tev li meresimê bûn.

Bibîranîn bi girtina rêzê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan Alî Konûk destpêkê axivî. Konkûrt got: “Em di PKK’ê de fedakarî, hevrêtî, berxwedan û têkoşînê dibînin. PKK’ê bûye tevgereke cîhanî. Êrîşên li dijî têkoşîna me berdewam in. Roj, roja geşkirina têkoşînê ye.“

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku rû bi rûyê serdemeke giran e û ew ê bi geşkirina têkoşîna bi tevahî bibin layiqê şehîdên xwe û bi berdewamî wiha got: “Navê jinên Kurd di dîrokê de nîn bû. Rêbertiya me, bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk a bi azadîxwaziya jinan, jinên Kurd ji nû ve afirandin. Îro ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li seranserê cîhane tê berzkirin. Ev bi saya keda Şehîd Sem, Berçem û bi hezaran jinan e.“

Zubeyde Zumrut, banga geşkirina têkoşînê li gel kir û sersaxî ji malbatên şehidan re xwest.

Ayşe Marangoz û Hidir Marangoz ê n dê û bavê Şehîd Sema Eylul jî axivîn. Ayşe Marangoz wiha axivî: “Serok Apo rê li me vekir. 45 sal in em hem bi ser dikevin hem jî berdêlên giran didin û em ê li danê dewam bikin. Em ê bidin ser şopa Berçem û Semayê. Bila serê Serok Apo û gerîlayan sax be. Şehîd namirin.“

Hidir Marangoz ê bavê Şehîd Sema jî wiha got: “Şehîd ne bi tenê şehîda me ye, şehîda hemû Kurdan e. Şehîda Rêber Apo û hemû Kurdan e.“

Gelê tev li bibîranînê bû, bêyî navber dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî berxwedana gel“ û “Jin jiyan azadî“ berz kirin.

Bibîranîn, piştî nîşandana sînevîzyona li ser Şehîd Sema Eylul bi dawî bû.