Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Şehîd Seher Denîz li Heilbronnê hate bîranîn

Seher Denîz ku di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de 8'ê Hezîrana 2022'an şehîd bû, li Heilbronnê hate bîranîn.

Ji bo Şehîd Seher Denîz (Xatîce Ateş) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşê destpê kir.

Piştre ferdên ji malbata Şehîd Seher Denîz axivîn û qala sekn û biryardariya Seher Denîz a ji jiyana azad kirin. Her wiha bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibin.

Piştre bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Delal Amed axivî û sekna li jiyanê, kelecan û têkoşîna Şehîd Seher Denîz vegot.

Piştre jî sînevîzyonek hate nÎşandan û nameyeke Seher Denîz a ji bo malbata xwe nivîsandibû hate xwendin.

Di bîranînê de nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan û Windahiyan (KOMAW) û rêxistinên ciwanan axivîn.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.