Şehîd Dag û Soylemez li Londonê hatin bibîranîn

Ji bo rojnamevan û sînemagerê Kurd Firaz Dag û Kamber Soylemez ên li Rojava şehîd bûn, li Londonê meresimên bibîranînê yên girseyî hatin lidarxistin.

Ji bo Kamber Soylemez ê endamê Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê û TEV-DEM’ê çendeyê li Rojava şehîd bû û sînemager û rojnamevanê Kurd Firaz Dag (Mehmet Aksoy) 26’ê Îlona sala 2017’an li Reqayê şehîd bû li Goristana Highgate û avahiya KCC’ê merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Îlham Ehmed, Siyasetmedar Osman Baydemîr, nûnerên Gîk-Der, MLKP rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes tev li merasîmên bûn ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a London û Komuna Ciwanan a Şehîd Firaz Dag ve hatin lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî Berdevkê Komîsyona Ciwanan a Firaz Dag, Agît Heval axivî û anî ziman ku Firaz Dag, bi jiyan û sekina xwe ya bi şoreşgerî bûye îlham ji wan re û got: “Hevrê Firaz ê îdolê gelek hevalan, di hevrêtiya bi şoreşgerî de ji me re dibe ronî. Gava berxwedana li dijî faşîzmê hat wî li herî pêş cihê xwe girt û bû mînaka herî mezin a girêdayîbûyîna Kurdistanê û gelê xwe. Em jî li qadên ku lê ne em ê bibin yek bibin şagirt û hevrêyên wî û xeyalên wî helbet pêk bînin.“

‘BÛ DENGÊ ROJAVA’

Îlham Ehmed ku piştî Agît Heval axivî, got ku Firaz Dag bi kedeke mezin û girêdaneke heşk bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd girtiye û ev gotin kirin: “Firaz, ji bo dengê gelê Kurd biçe hemû cîhanê gelek ked da. Gelê Kurd, tevî hewildaneke zêde rû bi rûyê qetilamên gelek mezin bû. Divê em qada navneteweyî bi têkoşîna xwe bidin nasîn. Heval Firaz, ji bo nasandina têkoşînê, belavbûna doza me li cîhanê bi rolekê gelek giring rabû. Heval Firaz, bû dengê hemû gelên bindest. Di nav dilê şoreşê de cih girt. Ket wê hewilê ku rastiyê nîşanê hemû cîhanê bide. Gava şehîd bû, me careke din dît ku ji bo dengê gelê Kurd bi cîhanê bide bihîstin bi rolekê çawa rabûye.“

‘EM Ê XEYALÊN WÎ PÊK BÎNIN’

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Fîraz Dag di demên herî zor de xwedî li têkoşîn û doza gelê xwe derketiye û wiha got: “Bi fedakarî û sekina xwe rêya me ronî dike. Pêkanîna armancên wî, berpirsyariya me hemûyan e. Em, soza pêkanîna doz û xeyalên wî didin. Heval Fîraz ne tenê şehîdê gelê Kurd e, şehîdê hemû gelên cîhanê ye ku azadiyê dixwazin. Di vê wateyê de ez hemû şehîdên me yên enternasyonalîst bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û em soza heta rizgariyê dubare dikin.”

Rojnamevan Mark Campbell jî qala keda Fîraz Dag a di têkoşîna enternasyonalîst de û bandora wî ya li ser jiyana xwe kir. Campbell dema ku qala Fîraz Dag kir, rondik ji çavên wî hatin xwarê.

Di merasîmê de gul danîn ser gora Fîraz Dag, find vêxistin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.

LI KCC’Ê MERASÎMA GIRSEYÎ

Şoreşgerên Kurd tev li merasîma ji bo Kamber Soylemez û Fîraz Dag a ku li avahiya KCC’ê hate lidarxistin, bûn. Li eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Gul danîn dora wêneyên Soylemez û Aksoy û find vêxistin. Di merasîma bîranînê ya bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, li sînevîzyona têkildarê jiyana Fîraz Dag û Kamber Soylemez de hate temaşekirin. Her wiha di dema temaşekirina sînevîzyonê de, gel hestiyar bû û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî. Akbal hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: “Şehîdên me kedeke zêde dan û fedakariyên mezin kirin. Heval Kamber jî, hem li Bakur û hem li Rojava di têkoşînê de pir ked da. Heval Kamber li dijî zextên rejîma faşîst, berxwedanek a bê hempa raber kir û di encama zextên dewleta Tirk de, berê xwe da qada şoreşê Rojava. Şehîdê me bi kedek a zêde xebatên şoreşê kirin û di tevahiya jiyana xwe de, têkoşîna şoreşgerî ya welatparêz di jiyana xwe de şênber kir. Em jî soza pêkanîna xeyalên wî didin.”

Merasîm bi çepik û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.