Şehîd Aryo li Swîsreyê hat bibîranîn

Endamê Hêzên Sûtoro Aryo yê 12’ê Cotmehê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li nêzê Kampa Newrozê ya li Dêrikê de şehîd bû, li bajarê Mels ê Swîsreyê hat bibîranîn.

Ji bo Endamê Hêzên Sûtoro Aryo (Îbrahîm Mixaîl) yê 12’ê Cotmehê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li nêzê Kampa Newrozê ya li Dêrikê de şehîd bû, li bajarê Mels ê Swîsreyê, li Komeleya Suryanan a Tûr Abîdîn merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş, Hevberdevka Tevgera Elewî ya Demokratîk (FEDA) Songul Çelîk, Endamên Meclîsa Jinan a Bethnahrîn a Suryan, endamê Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛB) Elber Shleymûn Rhawî, dosta Kurdan Cornelîa Rohr û gelek kes, tev li bibîranînê bûn.

Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Gava rêzgirtinê dosta Kurdan Cornelîa Rohr li kemanê xist. Piştre li ser jiyan û têkoşîna Endamê Hêzên Sûtoro Aryo (Îbrahîm Mixaîl) sînevîzyon hat nîşandan.

Pederê Suryan ê Swîsreyê Kerîm Asmar, piştî wecîbeya olî axavtinek kir. Asmar anî ziman ku piştî Qetlîama Seyfo jî Suryan her tim rû bi rûyê qetlîamê bûne û got: “Em ji axa xwe bi qetlîamê hatin dûrkirin. Hin dar li her derê şîn nayên. Em li ser axa ku çêbûne dixwazin bi gelan re bi xwişk û biratî bijîn. Em ên ku di ber xwişk û biratî û azadîyê de şehîd bûne bi bîr tînin.“

Li ser navê Yekîtiya Jinan a Bethnahrîn (HNB) Shmûrî Arsan jî bi Suryanî xîtabî gel kir. Arsan di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo fêmkirina ji sekin û azadiya gelekî, divê lê bê nihêrtin ku jinên wê civakê di çi rewşê de ne. Li Rojava şoreşek pêk hat. Ji bo parastina vê şoreşê, kî çi ji dest were divê bike.“

Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş anî ziman ku ne hêsan e ku mirov têkildarê lehengên ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirine, biaxive û got: “Divê em xwedî li mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye, derbikevin. Mixabin li Mezopotamyayê qirkirin heye. Çareserî berxwedan e. ‘Jin jiyan azadî’ ya ku Rêber Apo weke fikir daniyê holê, li hemî cîhanê belav bûye. Em ê vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibin.”

Songul Çelîk jî li ser navê FEDA ya Swîsreyê axivî û diyar kir ku gel ji ber nasname û baweriya xwe tên qetilkirin û wiha got: “Li Dersimê kesên ku kilîla çiyayan winda kirin hebûn. Ez bawer im ku ev ciwan wê kilîla çiyayan bibînin û bînin.”

Cornelîa Rohr jî di axaftina bi Suryanî, Kurdî û Elmanî kir de, destnîşan kir ku ew piştevan e bi têkoşînê re.

Piştî axaftina xwe, bi kemanê strana ku ji bo Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin û Kemal Korkût nivîsî, got.

Herî dawî ji Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn Shleymûn Elber Rhawî axivî. Rhawî destnîşan kir ku eger îro li Rojava qala yekîtiyê bê kirin, bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê yekê de gelek e û got: “Hemû gel li Rojava di nava aştiyê de dijîn. Ev yek bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Fikirên ku wî danîn holê, îro li Rojava zindî dibin. Hewildaneke girîng a Rêbertiyê ye. Li Rojava ji her baweriyê mirov tên ba hev û bi hevparî têdikoşin. Divê em jî bibin layiqên van şehîdan.”

Merasîma bibîranînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî xwişk û biratiya gelan” bi dawî bû.