Şehîd Armanc Kerboran li Parîsê hat bîranîn

Di bîranîna şehîd Armanc de axaftinvanan destnîşan kirin ku ewê biryardariya wî ya têkoşînê esas bigirin.

Ji bo fermandarê gerîla û xebatkarê çapemeniyê Armanc Kerboran (Huseyîn Akdogan) ê di 27'ê Mijdara 2011'an de li navçeya Dîcle ya Amedê di encama şer de şehîd bûbû, li paytexta Fransa Parîsê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna ku li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat lidarxistin, quncikekî şehîdan hat amadekirin.

Di bîranînê de ku gelek Kurdistanî lê amade bûn, di şexsê Armanc Kerboran de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê, Komîteya Malbatên Şehîdan û Windayan (KOMAW) û malbatên wan axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de helbestên şehîd Armanc Kerboran hatin xwendin û kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Li ser navê malbatên şehîdan û malbata şehîd birayê Armanc Kerboran Celîl Akdogan axivî û got, “Birayê min Armanc di zarokatiya xwe de jî her tim ji xwe re serketin esas digirt. Dema mirov li dîroka Kurdistanê dinêre, di şerê 40 salî de her meh bûye meha şehîdan. Dîroka gelan bi hêsanî nayê nivîsandin, berdêlên wê yên giran heye. Erka me ye ku em têkoşîna wan bişopînin û mezin bikin."

Piştre jî hevalê têkoşînê yê nêzî Akdogan mafê axaftinê girt û qala biryardariya wî ya têkoşînê kir û got ku ew ê şopdarê têkoşîna wî bin.

Bîranîn piştî temaşekirina sînevîzyona ku derbarê jiyana têkoşînî ya şehîd Armanc Kerboran hatibû amadekirin, bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.