Şehîd Şukru Serhed li Stockholmê hate bîranîn

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurd Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) bi merasîmekê hate bibîranîn.

Îro ji bo bîranîna Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Stockholmê merasîmek ya bîranînê hat lidarxistin. Merasîm li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurd pêk hat. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di merasîmê de rêhevalê şehîd Şukru Serhed, Cemşîd Serhed axivî.  Serhed di axaftina xwe de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wî yên êriş pêkanîn şermezar kir û got: “Em di serî de îxaneta hin aliyên Başûrê welat a bi dewleta faşîst re şermezar dikin. Dewleta faşîst ku li çiya li himber berxwedana gerîla têk diçe, li bajaran dest bi hovîti û wehşetan kiriye. Em di serî de bang li sazî û partiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku dest ji wan lîstokên qirêj berdin û heger îdia dikin ku ji bo Kurdayetiyê xebat û têkoşîn dikin, bila wek navê xwe tevbigerin. Em wek rêhevalen şehîd Şukru Serhed emê doz û rêça wî bişopînin.”

Di berdewamiya bîranînê de Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs jî axavî û got; “Di bîranîna her şehîdekî de erk û barê ser milê me girantir dibe. Lazim e em bi îrade û baweriyeke hîn bilindtir li şoreş û rêça şehîdan xwedî derbikevin. Ew şoreşger, şoreşgerên welat û axa me ya li ser riya rast in.” Qeremûs di dewamê de got: “Ev rêxistin ne weke hin rêxistinên li Başûrê welat e ku hemû destkeftî û dahatên aborî yên welat kirine bin destê xwe, heya bi vê astê ku her kesek xwedî firokeyên taybet in. Heya bi qirika xwe ketine nava kar û kiryarên qirêj a bi dewletên weke Îran û Tirkiyeyê. Ji ber vê jî xwedî derketina li riya wan şehîdan û xurtkirina doza azadiyê, erkeke pîroz û bi wate ya li ser milê me ye. Ji ber ku em gihane qonaxek pir girîng.”

Piştî axaftinan sînevizyona li ser jiyana şehîd Şukrî Serhed hate nîşandan.

Di dawiya merasîmê de welatparêzê Kurd Ezîz ku beriya çendekî li Silêmaniyê bû û serdana şehîd Şukrî Serhed kiribû, hestên xwe anîn ziman.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bimire îxanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.